Diyarname
Di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de vê hefteyê Amed Sporê li Aksaraya Tirkiyeyê dibe mêvan. Alîgirê Aksaray Sporê ên faşît bi navê "68 Ergenekon" bi ser hesabê tora civakî re peyamek belav kir û alîkir û tîma Amed Sporê tehdîd kir. Di peyama bi sernavê "Şehr-î Mudafa" hatiye belavkirin de 68 Ergenekonê wisa gotiye, "Roja maçê, berî maçê, piştî maçê, li bajarê me, tekane armanca me ew e em li Aksaray alîgirên Amed SF, forma û bersûtêkan wan li bajarê xwe nebînin. Ger em li bajarê me tezahurat, slogan an komên li bajarê me bibin sedema bûyeran emê mudexele bikin."
Ev bi salan e saziyên ewlehiyê yên bajaran destûrê nadin alîgirên Amed Sporê li deplasmanê herin li maçên Amed Sporê temaşe bikin.
Du hefte berê roja 3'yê mehê temaşevanên Amed Sporê ku dixwestin li Stenbolê li maça Sariyer û Amed Sporê temaşe bikin rastî êrîşê hatibûn.


