Diyarname
31'emîn Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn a Edeneyê îsal di navbera 23-29’ê rezberê de li dar dikeve. Niha fîlmên ku di Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî de bêne nîşandayîn û bikvin pêşbaziyê hatin eşkere kirin. Di nav fîlmên ketine pêşbaziyê de fîlmê bi kurdî yê derhêner Orhan Înce "Hêvî" jî heye.
Li gor daxuyaniya ku festîvalê belav kiriye ev fîlm ji bo beşa Pêşbaziya Neteweyî hatine hilbijartin:
- Bildigin Gibi Değil / Derhêner Vuslat Saraçoglu
- Dongu / Derhêner Erkan Tahhuşoglu
- Gecenin Kiyisi / Derhêner Turker Suer
- Hakki / Derhêner Hikmet Kerem Ozcan
- Hemme'nin Oldugu Gunlerden Biri / Derhêner Murat Firatoglu
- Hiçbir Şey Yerinde Degil / Derhêner Burak Çevik
- On Saniye / Derhêner Ceylan Ozgun Ozçelik
- Olu Mevsim / Derhêner Doguş Algun
- Su Yuzu / Derhêner Zeynep Koprulu
- Umut (Hêvî) / Derhêner Orhan İnce
- Yeni Şafak Solarken / Derhêner Gurcan Keltek
Juriya festîvalê di bin serokatiya derhêner Nuri Bilge Ceylan de ji endamên Mehmet Aslantug, Serenay Sarikaya, Nermin Yildirim, Mustafa Kara, Ayris Alptekin û Muge Turan pêk tê, ew dê fîlman binirxînin û serketî eşkere bikin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ew dê serketiyê Gûzeka Zêrîn diyar bikin
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


