Bajar, bajarvanî; ji mirov û mirovahiya ku bûyî xwedî şaristaniyên dewlimend re cihekî taybet digirin. Heke bajar nebûna de ji şaristaniyan re pergal jî saz nebûna. Bajar, bi navek din ‘şar’ ji xwe bingeha hemû şar-istaniyan e! Yek ji bajarên ku ji şaristaniyê re bûye bajar û çandek qedîm parastiye Cizîra Botan e.
Ji bîr û baweriyan re bûye bajarê Hz. Nuh, ji ereban re bûye bajarê Cezir, ji kurdan re bûye Mîrnişîna Ezîzan û Mîrekan, ji zanistê re bûye zanîngeha Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî, ji helbestê re bûye dîwana Melayê Cizîrî, ji wêjeyê re bûye evîna Mem û Zîn û ji gelê kurd re bûye kaniya Botan.
Malbav û maldayîka Zîn û Mem, ango Cizîra Botan yekem stûnê konê xwe li ber çemê Dîcle çikilandiye. Cizîrê zarokên şaristaniyê di dergûşa xwe de xwedî kirine. Nevî-nevîçirkên dergûşa Cizîrê îro jî di hembêja dayîka xwe de dijîn.
Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî îro jî li ser warê xwe dijî, Melayê Cizîrî hêjî li Medreseya Sor li dîwanxaneya xwe rûniştiye û ji şagirtên xwe re helbesta: “Dil yek e dê işq-î yek bit aşiqan yek yar-î bes. Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-î bes … dixwîne. Mem û Zîn di nav rezê mîran de, li ber Çemê Dîclê ji evîna xwe re ristika maçan çêdikin. Birca Belek her roj çavên ciwanên Cizîrê maç dike û evîna wan hembez dike. Bira Bafid bi vînek dîrokî li ser xwe ye û silavên bakur û rojava digihîjîne hev.
Li ser Cizîrê her roj ne tenê rûpelek ji rojnivîska dîrokê, bi qasî dîwana Meleyê Cizîrî jîn û serpêhatî tên nivîsîn. Li ser me jî ferze ku em her roj rojnivîska Cizîrê xitim bikin û jîndar bikin.
Dema mirov di nav rojnivîska Cizîrê de digere û dixwîne; rê û kolanên Cizîrê xwedî sebir û xemleke mirovan e. Dema mirov di kolanan re diçe, mirov dibîne ku çend dayîk li ber deriyê malên cîranên xwe li hev civiyane û dîwana gotegotan digerînin. Qîr û qelebalixa lîstikên zarokan di kolanan de li bin guhê hev dikevin. Her roj berêvarkî bêhna nanê tenûrê ji tenûran difûre û zikbirçiyan têr dike.
Çandeke ku her roj li rojnivîska bajarê Cizîrê tê nivîsîn ew e ku gelek kes hene her sibeh kulmek sîrik û penîr digirin destê xwe û diçin li ber qehwexaneyên sûkê bi hevalên xwe re taştê dixwin. Ev kevneşopiya bi hev re li ber qehweyekî taştê xwarin di rojnivîska Cizîrê de bi tîpên girdek tê nivîsîn. Dîsa yek ji mijara ku di rojnivîskê de tê nivîsandin ev e; tovik/dendikên ş(j)ebeşan e. Heke hûn li qehwexaneyekî an jî li ser paldenkeke parqên Cizîrê rûniştin, dendik firoşên Cizîrî wê li ber we bisekin û bi kurdiyeke şêrîn zarokên Cizîrê we bi pîvana şûşeya çayê dendikan li gorî xwesteka we bifiroşin we. Helbet beriya ku hûn bistînin mafê we heye hûn çend liban tam bikin û piştre bikirin. Ev kevneşopiya firotina dendikên şebeşan jî her roj li rojnivîska Cizîrê taybet tê nivîsîn.
Li Cizîrê çend xwarinên sereke hene ku ew jî her roj navê wan û çêkirina wan li rojnivîska Cizîrê tê nivîsîn. Ev xwarinên sereke: Dolme, Urkûkerî(kellepaça) û Kutilk in! Ji hêla çanda xwarinê ve jî Cizîr tehma devê xwe dizane û beşeke taybet a rojnivîska xwe ji xwarinên xwe re vediketîne da ku ji dîrokê re were nivîsîn.
Her wiha jiyana tenêtîzmê li rojnivîska Cizîrê hêj nehatiye nivîsîn û heta ku parêzvanên çanda Cizîrê hebin jî dê jîna tenêtî li rojnivîskê Cizîrê newe nivîsîn, ji bo ku çanda cîranperestî hêj li Cizîrê tê jiyîn û her roj di rojnivîska Cizîrê de tê nivîsîn. Cîran diçin mala cîranan û ji rewşa hev agahdar dibin. Li kolanekî, li cihekî Cizîrê rûdanek çêbibe di demek kurt de niştecihên taxê û Cizîr pêdihese û li rojnivîska Cizîrê tê nivîsîn.
Beriya ku ez dawî li rojnivîska Cizîrê bînim, divê ez vê jî bibêjim; li gorî jiyan û rûdanên rojane li Cizîrê diqewimin her dawiya şevê rojnivîska Cizîrê bi zimanê kurdî (kurmancî) tê nivîsîn. Ji zarokên nû bi ziman ketîn em bigirin heta pîrên Cizîrî tenê bi zimanê kurdî diaxivin û rojnivîska bajarê Cizîrê jî li gorî zimanê civaka xwe kurdî tê nivîsandin ji hêla nivîskariya dîrokê ve.
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


