Diyarname
Haîkû şêwazeke helbestî ya japonan e. Niha ji van haîkûyan pirtûkek cuda, cihêwaz li ber destên me ye û bi kurdî. "Ji haîkûnûsên japonî demsal bi demsal haîkû" derket. Ev pirtûk niha bi kurdî li ber destên xwendevanan e.
Pirtûk ji aliyê Harold Stewart ê Avustralyayê ve hatiye amadekirin. Hûn bêjin çi eleqe yekî avustralyayî û haîkûyên japon? Em bêjin: Stewart helbestkar û zanyarekî rojhilatnas e di navbera salên 1916-1995'an de jiya ye. Ew bi salan li Japonyayê maye. Eleqeya pirtûka li ber dest jî ji wir tê. Wî li ser bawerî û helbest û hunera japonan lêkolîn kirine û ev pirtûk jî bi vî awayî hatiye amadekirin.
Di pirtûka li ber dest de demsal bi demsal haîkû hene. Pirtûk niha ji aliyê Sidîq Gorîcan ve hatiye wergerandin û ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Di pirtûka niha hatiye weşandin de haîkûyên haîkûnûsên navdar ên japonan cih digirin û ew demsal bi demsal hatine bicihkirin. Bi vê re parçeyeke din a haîkûyên japon, parçeyek ji jiyana wan li ber destê xwendevanên kurdî ye.
Va ne çend ji van haîkûyan:
cih tune
serê xwe biêximê –
spas lavlavkê
BASHÔ
cilê feqîrê rûken
ji kîsê erd û asîmanan e –
herwefiroş e havîn
KÎKAKU
şevînîyê dike
di ser çêm ra heyîva kewçêrê –
ka bilûra cîrên
KÔYÔ
- Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû / Harold Stewart / Werger Sidîq Gorîcan / Nûbihar / 152 rûpel / Helbest / 2024 /


