logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  3. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Şahidiya Baranê

  • Dîrok: 03/03/2017
Şev e..şiyar im..baran dibare... 

Erê, yan na..
Wê rojekê ji rojên bi şilî û şepelî yê dinyalikê, du rêwî bi rê ve çûbin. Car ji berê, car ji vir û ji wê’rê , car ji aş û bajêr bi pehtin û gotin û galegalan, wê rê ji ber xwe hilçinîbin; car jî bi ha û hê, bi bê û rê re wê pevçinîbin. 
Wiha û hêdî hêdî, wê bi xwe û hev re jî...

Şev e..şiyar im..baran dibare…

Yek ji yekî, ji sebebekê, wê rahiştibin hev û wê yek xurtî li yekî kiribe.
Ê de dinya ye… bi ser serê timayê de bihedime.
Çavnebarî wê biniqute dil..wê rê hiştibe û rabûbê, hevalê xwe ji darê lingan anîbe xwarê… Li çola Xwedê ya ku wê çav bi çavan nekeve, wê ew tenê bin. Wê heval, bi berger û lava, rehmê jê hêvî bike..da ku ji nav lepan bifilite..lê ma ‘evd û rehm?
Wê kês lê anîbe...Bi qesta kuştinê, kumişîbe ser.
Wê heval gotibe, neke… ev qest ne heq e, tu li min neheqî û heq namîne qiyametê. Kes nebin jî, va baran... û rojekê, ev baran, van peqilkên vê baranê, wê ilhes şahidiyê li vê çavsoriyê bike.

Ê de hêvî ye... 
Şev e..şiyar im..baran dibare…

Rojekê ji rojan, wê yê ku hevalê xwe kuştî, li ber pencereyê noq bûbe, û ketibe temaşeya der û barîn baranê û peqilkan… Wê ew ro, û ew gotina yê kuştî hatibe bîrê.. Wê ji xwe re di ber xwe de beşişîbe...

Şev e..şiyar im..baran dibare…

Wê jina wî lê werqilîbe, û jê pirsîbe; xêr e, tu li çi ziq bûyî û wer mayî beşişî?
Wê gotibe; na, hema wer...
Wê jin pêv zeliqîbe; na na, ne hema û ne wer..hela ka bêj bêj!
Wê ji ber nekiribe der û wê der bûbe û gotibe; te dî filan wext û zemanî, filankes miribû ya, esas ew nemiribû, min ew kuşt, min!
Wê jin ji xwe re ziq bûbe, û sar sekinîbe. 

Wê piştî ku ev yek gotibe, zingînî ji serî hatibe ku wa ye sirra xwe da der.. Lê wê fêde neke, çû.. Wê dîsa wekî tîrek li navmil rabe, ev gotine hatibe bîrê; heq namîne qiyametê!

Şev e..şiyar im..baran dibare…

Rojekê virde-wêde, yek ji wî, yek ji jinê wê pev ketibin û wê li jinê xistibe.
Wê jinê kiribe qîr û hewar, û wê gotibe;
Hahoo..hahooo… Mêrê min li min dixe, hahooo... Min ji nav lep derxin, dikê min bikuje...
Ew filankesê li filan wext û zemanî me digo miriye, nemiribû; mêrê min ew kuştibû, mêrê min, hahooo...

li neqeba xew û şiyariyê, baran dibare..

Ê de dinya ye, ban î qul be, bin î şil e. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Zimanê dê û “zimanên dijmin”

  • 29 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Serê ewil, ji zimanekî pêvtirkê tu ziman tunebû: Alav, tişt, hest, reng, xewn, name, pirtûk, rojname bi vî zimanî bûn. Min nedikarî xeyal bikim ku wê zimanekî din hebe,...

Xweha Dêst

  • 21 Sibat 2009

Li dû Destê MAHABAD’ê Xwehê, veke destên xwe, veke ku çav li mistê bixwînin, ma ne çav kaşîf in -kê digot? Te du dest in, min dilek -û hew!...

li çepê Çinarê, li rastê Bîşengê

  • 09 Rezber 2016

reng e, qiseta ku min qest e, neşibe pelepela berî nimêjê ya li ser lêvên ciya min;axir wê pelepelê û wan lêvan, bihurr bi hev qam kirine!lê ya min no û ziravtir...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Rojnameger Mehmud Onder wefat kir

ad

Kim Kardashan çû serdana jinên girtî

ad

Nivîskarên Kurd biryara Wezaretê rexne kir

ad

Bi wêneyan hilbijartina Başûr

ad

Malpera nivîskarê Kurd Rezoyê Osê

ad

Televîzyonê bigirin, em çîrokan ji hev re bibêjin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname