logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

SINDOQA BINDESTIYÊ

  • Dîrok: 26/02/2023
Dema pitikên lawik û keçik biresara pêsîrê dibînin tevgerên wan diguherin helbet bo herduyan rola pêsîrê cihê ne, esas a ku pitik dibînin ezîtiya kirdeyê ye, bo keçikê biresera pêsîrê, pêsîr bi xwe ye, lê bo pitika lêwik bi piştgiriya xweajoyê têkiliya di navbera kirde û bireserê de ye. Bo kirdeyê pêsîr lîstik, dîtin, oral erotîzm, oral sadîzm û serdemên analê û hwd. yanê bo pitikên lawik û keçikan biresera pêsîrê ne di heman wateyê de ne, û li ser şexsiyetê bandora wê cihê ne.(2) min bo çi behsa serdemên pitikan kir, çimkî di berhema me de mijar psîkoanalîzm, bindestî û psîkoanalîzma bindestiyê ye. Di berhema me de piranî nivîskar li ser têkiliya bêbavî û rola dê û zarokan sekiniye. Helbet xema nivîskar bêbaviya ku ji ber bindestiyê û derûniya psîkoanalîzma bindestiyê ye. Nivîskar neynika wan berbiçavî me kiriye. Welhasil em dikarin bibêjin di berhema Lorîn S. Dogan a bi navê “Sindoqa Girtî" de mijar piranî, malbatên bêbav ên bindest, bendemayîna bav, tenêtî, zayendî û bindestî ye. 
Nivîskar di çar-pênç çîrokên ewil de bêbavîbûn, bendemayîna bavîtiyê û bindestî bûn û helbet teşeya derûniya karakteran, çîrokên din jî piranî tenêtî û zayendî bûn, mijarên çîrokên me piranî kul û xemên jinê û derûniya wan in. Di çavên jinê de bêmêrbûn û an jî zarokên bêbav gelekî girîng e.
Nivîskar çima ew qas girîngî daye bav û sêwîbûna zarokan? Belê bêbavî girîng e, zagona bav em nikarin binçav û paşçav bikin. Hem ji hêla civakî û hem jî ji hêla psîkoanalîst ve girîng e, tewww! Di civakên bindest de zagona bav bi çavên xwedayî tê dîtin, yanê jixwe zagona bav bi awayekî gerdûnî gelekî girîng e. Lê di bindesta de gelekî û gelekî girîng e. Îcar nivîskar ji mijara xwe bi bayê bindestiyê zagona bav berbiçav kiriye. Ya girîng di çîrokan de çima bêbavî ji bo nivîskar ew qas girîng e û dê reben hatine xuyakirin. Halbûkî dê an jî jin jî bi qasî mêr dikarin li ser lingên xwe bisekine. Yanê ajîtasyon û temsîliyeta nivîskar daye jinê û dê rasterast zehîfbûneke, di çavên wan de bav an jî mêr her tişt e. Halbûkî hewante nabêjin: “Bav pişt e, lê dê hertişt e.” Lê di çîrokên nivîskara me de “ Dê pişt e, Bav her tişt e.” Çima? Asas ev derûniya derhişiya û binhişiya nivîskar derdixîne holê, çimkî me hîna xwe ji kirasê bindestiya mêr û a xwe rizgar nekiriye, helbet sedemên vê rewşê xwe digihijîne heta serdemên pitikbûnê û pitikên bindest, çimkî pitikên bindest di rewşên awarte de mezin dibin, ev jî dibe sedemeke mezin bo heyamên oral û analê ye, di vê heyamê de bo zarokên bindest pir û pir kritîk in. Jixwe bi awayekî xwezayî heyamên kritîk in. Teww bo bindestan du qat kritîk in. Welhasil em bindest hîn jî mêr xurt û desthilatdar û xwedayî dibînin. Ne bi lêvkirinê lê di derhişîn û binhişiya me de xwe dide der, a ku xwe ji binhişiyê, derhişiyê û xewnê bidin der jî rastî û heqîqetek e. Loma bi saya çîrokan nivîskar derhişîn û binhişîn xwe ya rasteqîn daye der... her çiqas di çîrokan de bêbavî ji ber bindestiyê be jî, zarok ji ber desthilatdaran bêbav mabin jî, ango ji ber têkoşînê bêbav mabe jî talî dîsa jî nivîskar girîngiya mêr an jî bêbavî teyisandiye. Dixwaze bila bindestî be û dixwaze bila çi be, çima bav tune be, karakterên me yên jin (dê) wiha belengaz û reben dixuye, çima neçar tê xuyakirin, halbûkî tu kes wekî dêyan ne xurt in û ne wêrek in. Ew qas jî ne neçar in. Nivîskar dikarîbû bi çavekî din jî lê binêriya, helbet di çîroka “Keç û Bav” de dîsa desthilatdariya bav didome, lê vê carê çirûskek be jî, jin an jî keç serê xwe radikin û dibêjin em hene, lê dîsa jî çirûskek tefiyayî ye.. Welhasil piraniya çîrokên ewil mijar bêbavî û tenêtiya dê û zarokan bû, girîngiya bendemayîna bav û bêbavî bû, de ka em bi çavekî psîkoanalîst li zagona bavî binêrin:
“Zarok di temenê xwe yê biçûk de girêdayî pêsîrê dibe, li dijber vê pêsîrê girêdanbûneke cihê li hember dê ava dibe, yanê li hember dêya xwe avabûneke bireserî diafire û bi eynîkirina bavî re dest bi hesab dîtinê dike, paşê ev têkiliya navbera wan de heta wextekê li tenişta hevdu re didome, heta ku zarok li hember dêya xwe arezûya zayendiyê bi xwe re xurt dike, paşê zarok têdigihîje ku bav li hember vê arezûya wî astengî ye, serî radike. Kompleksa Oidipûsê wiha ava dibe. Piştî têkiliya xwe û bavî eynîkirinê diqedîne dijminîtiya bav û xwestina qesasiya bavî dest pê dike. Bo ku kur têkeve dewsa bavê xwe, piştî van bûyeran têkiliya bav û kur dibe xwedî nirxên çotîn, yanê li hember dê nirxên hezkirinê, li hember bav tevgerên duhêlî-çothêlîn e. Piştî kompleksa Oidipûsê diqede şûnde zarok hîna nû bi xwe dihese, ango vedihuze normalbûnê...
Di zarok de ji ber kompleksa Oidipûsê zayendiyeke çotik dijî, hem tevgerên keçan û hem jî tevgerên lawan di xwe de dihebîne. Li hember bav wekî keçekê û li hember dê jî dijminatiyê dimeşîne, sedema wê jî hesta zayendebûna duhêlîn e, çothêlîn e. “(2)
Asas li gor vê metna jorîn, di têkiliya bav, kur û dê de gelek tişt hene, hesûdî, zayendî, dijminatî, dildarbûn (heyranîbûn), eşq, nefret, bindestî û serdestî, desthilatdarî û otorîte û hwd, di vir de biresera pêsîrê girîng e, lê bo berhema me a girîng û eleqeya wê bi vê metnê helbet “Zayendî, Otorîte, hesûdî,  dildarbûn û hwd” çimkî di çîrokên me de hem dildarîbûna li hember zagona bavî û hem jî nefret û hesûdiya bavî heye, ji hêlkê ve jî dema em baş bala xwe didin çîrokan em dibînin dildarîbûneke li hember otorîteya bav jî heye. Jixwe di nefretê de esas hezkirin jî heye, yanê kur çiqas nefretê ji zagona desthilatdariya bav  bike, ew qasî jî bi awayekî veşartî dildarbûna kur jî heye li hember bav. Çiqas nivîskar ji hêla bindestiyê zagon û rola bav di çîroka de hûna be jî, talî dildarîbûna li hember otorîteya bavî jî ji ber çav nafilite, xwe dide dest, yanî bi kurtasî nivîskar sosyopsîkoanalîsta civaka bindest a li hember mêr an jî bav li ber çavên me raxistiye, da ku em jî binêrin û bibînin. De ka em li çîrokeke xwe jî binêrin:
Ji çîroka “Keç û Bav"
Bav: Erê, ez bav bûm!... Lê min her dixwest gotinên min di malê de serdest bin. Min her dixwest bi ya min bikin, cilên ku li ser bikin, devera ku biçinê bi dilê min be, min dixwest tenê weke min be.
*
Wekî dengê diya min, dengê me jî, dengê min jî, li ber dengê te diçilmisî, tune dibû...
*
Çima şêwra wî herûher bi birayê min re bû û bi baldarî tenê li wî guhdarî dikir? Em çar keçik wekî konuma sêwiyan, me xwe her li hevdu digirt.(67, 68)
Dema em li vê paragrafê dinêrin, em dîsa desthilatdariya bav û sertewandina jinê dibînin. Yanê hema hema di piraniya çîrokan de komleksa Elektra û Oidipûsî em dibînin. Çimkî têkiliya di navbera bav û keçan, a di navbera dê û zarokan û ya bav û dê giş bi awayekî derhişîn hatine eşkerekirin ku jin bi her awayî bindestê mêr an jî bav hatiye dîtin. Çima? Armanca nivîskar gelo xwestiye binhişiya û derhişiya civaka me û zagona bav û rola bavên bindest de otorîteya wan nîşanî me bidin? Kîjan gelo? Meriv bixwe bindest be (bav, bi awayekî civakî), lê ji hêleke din ve meriv otorîter be? Di bindestiyê de ecêba mirov bêtir dixwaze serdest û otorîter be, çi atmosfer û derûniyeke trajîkomîk e. Belê nivîskar tenê otorîteya û komleksên Freûdî destnîşan nekiriye, heman demê feodalîzm û ehleqa civaka bindest a li hember jinê jî destnîşanî me kiriye. 
Ji çîroka “Sindoqa Girtî”
Wekî cara yekem e xwe tazî bibîne, xwe nêzîktirî neynikê dike. Hinek bi awirên wê yên li ser neynikê dikeve. Li biskên pora xwe yên hinekirî yên bi sîngan ve zeliqî mêze dike. Li dilopên ku ji serê brûskên wê, ber bi çiçikên wê ve rêçikan dihêlin temaşe dike. Dilopên ku ji serê çiçikên wê dişemitin erdê, wê li poşmaniyên heyaman dihêle. Li şîrê ku tu carî çiçikên wê nezepirandibû, li zarokên ku şîr nedabû difikirî. Brûskên xwe ji ser sîngên xwe dide anî û vê carê bêhneke dirêj li çiçikên xwe yên daleqayî temaşe dike. (62)
Dema em li vê paragrafê dinêrin, em têdigihîjin mijara zayendiyê, tenêtiyê û bêzarokbûnê hatiye teyisandin, qîzanî şibandiye Sindoqeke Girtî, wekî qutîka Pandora, dema ku bê vekirin deriyê wê dê her tişt êdî ne wekî xwe be, xwebûn diçe, her tişt êdî ve-diguhere... Nivîskar li dijber neynikê li xwe mikur tê, poşmaniyên xwe û arezûyên xwe dide der, monologa arezûya zayendiyê destnîşan kiriye. Neynika hebûna ku dê ji holê rabe teyisandiye dê berdewama hebûna wê tune be, wekî jê re bûye xem û kul, loma wekî êş û poşmaniya ku dê tu kes hebûna wê an jî berdewama hebûna wê biteyîsîne tune be dikişîne. Îcar hebûn çi ye? An jî divê em hebûnê bi çi pênase bikin? Esas ev nêrîneke balkêş e, xwebixwe têkeve galegalên hebûnê. Ma hebûn mijareke berdewama zêdebûnê ye an jî hebûn ji meseleya zêdebûna hebûnê wêdetir e gelo? Helbet girêdayî nêrîn û feraseta mirov e. Di çîrokê de monologa me xwebixwe re rûbirû dimîne, berê xwe bi bîra xwe vedike û li neynikê mêze dike tê dema niha, di navbera dema niha û a borî de asê û kilît dimîne, birma derî vedike li rastiya xwe diqewime, paşê li ber neynikê poşmaniyên xwe dijî, li tarîxê diqewime, li zemên diqewime, li mekên diqewime û mehdtirş dimîne...
Sûdwergirtin:
1) Adam Phillips, Hep Vaat Hep Vaat, Edebiyat ve Psîkanalîz Uzerine Denemeler, metis
2)Sigmund Freud, Haz Îlkesinin Otesinde, Ben ve Îd, Metis


Hin Nivîsen Nivîskar

Şevên metaforîk û reşik

  • 23 Sermawez 2019

Nivîskar Welat Dilken di vê romana xwe ya yekem de “Reşek”’ ji xwe re kiriye alava axaftinê û afirandinê. Di bîr û hişê romanûs de metafora me ya reşik...

Çîrokên Dîrokî û Bîrdozî

  • 28 Tîrmeh 2019

“Li gor Ritterî heyînparezî, mirovên ji kokên xwe qetiyayî(...), bingeha xwe windakirî,  baweriya xwe ji tarîx û raborîyê windakirî(...), di...

GELO NIFŞÊN NÛ JI BANDORÊ DITIRSIN?

  • 23 Tebax 2022

Helbet wêrekî û cesaret baş e, lê wêrekiyek û cesareteke têrtijî, zanistî xwedîbîr û lingrûniştî dê baştirbûya...Dilê bi...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Sewta Ligel Ba' vebû

ad

Xelata Nobelê ya Kîmyayê dan alman û skoçekî

ad

Rêveberiya Xweser ala Sûriyeyê ya nû didaliqîne

ad

Hevşaredarê Ozalpê hat tewqîfkirin

ad

Di Şermolayê de 'Dosyaya Zimanê Kurdî'

ad

Pêşmergeyên nû ber bi Kobanî ve hatin şandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname