Helbet piştî gelek zehmetî û berdêliyên mezin mirovahî hatiye qonaxa ku îro em tê de ne. Bi sedan salan koledarî, di nav pergala împaratorî û mêtingeriyê de şêwe û navê birêvebirina civakan bû. Di têkoşîna li hemberî mêtingeriyê de gelan, li hemberî zordestiyê jî mirovahiyê têra xwe xwîn û xwêdana xwe rijandiya ser rûyê girestêrka me. Car caran li ser navê nîjadekî (gel), car caran jî li ser navê çînên civakî, mirovan serî hilda û bi xwîna xwe azadiya xwe bi dest xist.
Gelo wate û şêweya wê têgeha ku jê re “azadî” tê gotin çi ye? Mafê kedê, mafê tenduristiyê, mafê perwerdehiyê, mafê çand û nirxên neteweyî; bi tevayî û bi kurtasî, mafê jiyanê ku ne di destê mirovan (gelan) de be, naxwe wateya azadiyê çi ye?
Di roja îroyîn ya cîhana modern de, li welatên cihê, neteweyên ku bi hev û din re dijîn, bi rêbazên cur bi cur pirsgirêkên heyî çareser kirine. Li piraniya van welatan çareserî, piştî pevçûn û şerên domdirêj hatiye. Encama ku netew li hev anîne û ku îro piraniya mirovahiyê dipejirîne, pergala demokrasiyê ye. Mixabin, ji ber tunebûna demokrasiya ku bi hindikayî her kes îro qebûl dike, li welatê me, bi salan e pevçûnên dijwar diqewimin, mirovên vê xaka delal gelek êş û elemê dikşînin.
Kurd bi salan e, ji bo mafên xwe yên neteweyî û mirovahiyê di nav têkoşîneke zehmet de ne. Gelek êş kişandine, gelek berdêlî dane. Tu carî bindestiyê qebûl nekirine û her tim li pey azadiya xwe ketine. Xweseriya Demokratîk ku îro ji hêla vîna gelê kurd ve hatiye îlankirin ne tenê mafê birêvebirina civakê, ne tenê mafê desthilatdariyê ye, Xweseriya Demokratîk di heman katê de, pêşîgirtina pişaftinê ye jî. Rakirina astengiyên li ber azadiya çand û zimanê gelekî ye. Di şert û mercên îroyîn de, çareseriya herî lezgîn û girîng e ku bi riya xweseriya demokratîk dê gelên heyî, çandên heyî, ziman û olên heyî; azad bijîn. Her wiha pirsgirêkên civakî û aborî jî bi vê riyê dikarin çareser bibin.
Nîqaşên li ser naverok û çawaniya pergala xweseriya demokratî tiştekî din e. Li welatên cihê, li her welatekî, li gorî şert û mercên xwe, li gorî rastî û pêdiviyên xwe rê û rêbaz ji bo çareseriyê peyda kirine. Ji welatên ewropî, heta bi yên afrîkî, ji welatên amerîkî heta bi başûrê Kurdistanê, her welat û herêm di rastiya xwe de bi awayekî kêşeya heyî bi serbilindî çareser kirine. Helbet, dê li Bakurê welêt jî raman û kirinên aqilane derkevine pêş û dê riya rast bê dîtin. Pirsgirêka mezin ne ev e. Pirsgirêka mezin ew e ku her kes li hemberî daxwaz û vîna kurdan di nav sekneke rêzdar de be, yeka din jî ku her kesê dilxwaz kiryar jî be.
Lê ku em li nîqaşên derbarê mijarê de binêrin, em dibînin ku ji bilî desthilatdarên dewletê, hin hêlên din jî bi mebesta rexnekirina dem û naverokê li hemberî îlankirinê derdikevin. Di baweriya min de sedema van rexneyan ji dema îlankirin û naverokê bêhtir ew e ku ev kes yan tiştekî wisa naxwazin, yan kedeke wan di vê têkoşînê de tune ye, yan jî ji azadiyê ditirsin. Yan na sedema vê helwesta hanê çi ye? Piştî ku ziman û çanda kurdan hatiya qonaxa hebûn û nebûnê, piştî ku her roj xwîn dibe lehî, piştî ku êdî êş û elemên civakî hatine radeya herî bilind, ku ne îro be, lê kengî ye dem?
Ji xwe ku em li rewişt û pergala mêtingeriya sedsalan a dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya paşverû ku îro li ser hikm e binêrin, em ê bi rehetî bibînin ku çareseriyeke demokratî bi destê hêzên paşverû ne pêkan e, loma divê her tiştê ku divê pêk were, saetek berî saeta dîtir bê kirin ku gelê kurd jî wekî hemû gelên li ser vê cîhanê azad û şad bijî. Ew jî tenê bi destê kurdan bi xwe pêkan e. Ha, heke kes û hêzên dost jî bixwazin di nav vê gava dîrokî û birûmet de cihê xwe bigrin, kurdan ji zû ve cihê wan veqetandiye. Wekî din her tişt vik û vala ye û hew...


