logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Zengilên ligel naqosan

  • Dîrok: 16/09/2010

Dîsa wekî her sal û her carê li seranserê welêt, zengil lêdikevin. Zengilên perwerdehî û fêrbûnê. Dê zarok, xort û xamayên her gelî, ji bilî yên kurdan fêrî jiyanê bibin:Bi zimanê xwe, ango bi zimanê dayika xwe. Her cure mijar û pirsgirêkên jiyanê bi çêj û tama zimanê dayika xwe yê di tama şîrê dayika şêrîn fêr bibin. Ew ê di her  kêliya jiyanê de, her kirû, her bûyer û her hebûnê fêr bibin, şîrove bikin, binirxînin, rexne bikin….
Lê li vî welatê ecêb bi milyonan zarokên kurd dîsa wekî ku her sal dibe, di nav derûniyeke kambax, di nav xemgînî û şikestinekê de, êşa xwe berî dilê xwe bikin.
Welat, gel; bi her lêketina zengilê di warê perwerdehî û fêrbûnê de, ji her hêlê ve xwe bi pêş de dibin. Ziman, amûr, rêbaz, zanav, bizav, aso geş dibin, mezin dibin, fireh dibin. Lê mixabin zengilên ku xelk û alemê bi pêş de dibin, dibine naqos li deriyê her mala mirovekî kurd. Dibine kund û di her hewşa kurdekî de li ser şaxa tuyê ya hişkbûyî de vedinişin. Dibine pepûk û evdal û terqîna mirina zimanekî dixwînin û ha dixwînin.
Her nifşê ku  xwe digihîne zemîna jiyanê xwe di  nav geremola bişavtin, xwenenasî û windabûnê de dibîne. Êdî zimanê ku zarok dipeyive ne yê dayikê ye û ku lêkolîneke berfireh pêk were  bawer dikim ku  zimanê dê û bavên wan jî êdî ne zimanê dayikê ye. Jiber ku dê û bav jî di bin lehiya bişavtinê de çûne, divê mirov têgeha ‘zimanê dayikê’ jî ji nû ve binirxîne. Lê Zimanê Kurdî yê ku  li ber pêlên êrîşên dem û teknolojî  û zilma dagirkeriyê li ber sekratan e dibe ku mirov wekî ‘zimanê bapîr û dapîran’ bi nav bike dê çêtir be.
Heke rewş wisan be, jixwe encama xopan jî bi hêsanî xuya ye ku dê di kavilên kurdî de kundên bêyom bi yek carê bixwînin. Û heke ev rastî di gastîna kurdî de wisan beloq û li hêviya çareseriyekê ango jinûvesazbûnê ango serfiraziyê be, divê kurd çi bikin?
Nabêjim hinên din, dibêjim kurd! Jiber ku li vî welatê ecêb ku desthilatdarên paşverû li ser dar in, ne pêkan û nêzî aqilan e rehm bikeve dilên wan û ew bi destên xwe çareseriyeke maqûl ji dahatûya kurdî re bibînin. Li hêla din sazî, komele, rêxistin û partiyên ku li vî welatî xwediyê navekî çepgir an demokrat an pêşverû û her weha navê wan çi jehr be, ji firazeya wan diyar e ku bi sedan sal jî tê de biçin ew nikarin bibin hêz û vîna çareseriya zimên ango gelekî bindest. Heke wisan be dimîne çi? Ew dîmîne ku kurd rojekê berî roja dîtir pişta xwe bi destên xwe bixwerînin. Bi rê û rêbazên aqilane, bi gavên jixwe bawer û bi dilêriyeke layiqî berxwedana sed salan pêvajoyeke ku dê rizgariyê bi dest bixe têxin jiyana xwe.
De îcar, gelo ji bo vê yekê di şert û mercên îroyîn ê ku  kurd tê de dijîn, mirov dikare çi bike? Bi baweriya min bersiva vê pirsê û her weha serkeftinên di vî warî de dê çareseriya hebûn, mayin û dahatûya zimanê kurdî diyar bike. Jixwe çareseriya kêşeya kurd hatiye û di girêka zimanî de maye asê. Bi ya min  çareseriya zimanê kurdî  û perwerdehiya bi vî  zimanî dê çareseriya pirsgirêkên salan her weha pirsgirêkên demokrasiya ku  ji ber kêşeya kurd tu carî dê li vî welatî li dar nekeve jî çareser bibin.
Ku em li rewş û tevgera siyaseta Dewleta Tirk binêrin. Jidil ne jidil di nav tevgereke birik e ku dixwaze têkeve nav pergala Yekîtiya Ewropayê. Her weha tê zanîn ku  li deverên YE de, hemû kar û xebat û berpirsariya perwerdehî, tendûristî û çandê li ser pişta rêveberiyên herêmî ango li ser pişta şaredariyan e. Û em dizanin ku îro li deverên kurdan piranî rêveberiya herêmî di destê kurdan de ye. Ji ber vê yekê ye ku  ez kilîda çareseriyê di vir de dibînim ku  kurd dikarin bi riya şaredariyan gavekî bavêjin û her weha pêvajoyeke nû vekin.

Di meha pûşbera 2010’an de Kongreya Civaka Demokratîk bi vê mebestê konferansek li dar xist. Ligel ku gelek ji kesên beşdaran û rêbazên xebatê ne li gorî mebestê bûn jî, hin raman û pêşniyariyên hêja, rast û li gorî dem, rewş û pêdiviyê guncav derketine holê. Yek ji wan ew bû ku Şaredera Nisêbînê Stî Ayşe Gokhan anî bû zimên. Stî Gokhan gotibû ku  hemwelatî perwerdehiya bi zimanê xwe, bi riya daxwaznameyên fermî ji şaredariyan bixwazin. Di serî de, ji bo perwerdehiya pêşdibistanê (dibistana dayikê) vê daxwazê bikin û şaredarî bi awayekî cidî û gelemperî dest bi vê xebatê bikin. Ku tiştekî wisa li dar keve, ez bawer nakim ku tu hêz li ber vê vînî rabe û asteng bike. Ma ne pêşî daxwaz, vîn rewa dibin, dikevine coka jiyanê û zagon magonên ku divên di peyre mecbûr dibin û tên. Ma ji daxwaz û kirinên mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tiştekî din rewatir heye gelo? Ji bilî hewldanên mîna vê şênber, ez gotin û galegalên din tenê mîna sloganên ku mirov dilê xwe pê rehet dike dibînim. Lê em dizanin ku tenê bi gotinê pîvazek jî şîn nayê..

b.zelal@mynet.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

SÊWIYÊN SÊWIYAN GAZINAN DIKIN

  • 22 Kewçêr 2013

Di dîroka mirovahiyê de, tişta herî diyarker, kirûya desthilatdariyê ye. Xweşikî û nexweşikî, qencî û xerabî, erênî û neyînî; li...

HEV”RAZ”ÊN ÇIYAN Û RAZÊN NIVÎSÊ

  • 21 Avrêl 2015

Di wan salên ku amûrên xwendinê yên bi kurdî li ber destê me tenê rojnameya Welat hebû  û me bi xwendina vê rojnameyê xwe wekî hostayê...

WËJE, PËŞBAZÎ Û ÇEND TËBINÎ

  • 08 Pûşper 2013

Wêje, hiş û hişmendî, bîr û dîroka gelekî ye jî, ligel estetîk, xweşikahî, çand û geşkirina nirxên mirovahiyê. Gelên ji vê...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gelo dê Qraliyeta Yekbûyî belav bibe?

ad

Tengasiya Barzanî ya Rojava

ad

Gel dê vê kayyumê qebûl neke

ad

Hejmara kesên ji bo mebûsî serî li HDP'ê dane diyar bû

ad

Kirasê helbesta Mizgîn Ronak gelo çi reng e?

ad

Gera fezayê ya herî dirêj dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname