logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Kirasê helbesta Mizgîn Ronak gelo çi reng e?

  • Dîrok: 28/03/2024
  • Beş: Serbest

Mem Mîrxan

Berî ku ez dest bi dîtinên xwe yên li ser pirtûka Mizgînê ya “Kirasê Heyvê” bikim di xwazim li ser edîtoriya weşangeriya kurdî çend gotinan bejim.

Di destpêka salên 90’î de mirov li nivîsên karkare, li romanên bejn bilind nedigeriya. Berhem bi kurdî ba bes bû. Wekî kitêbên pîroz me pêşwazî dikirin. Li kin û dirêjayiyan nedinihêrî. Heta dawiya salên 90 tevî tevî 60-70 roman û em bijin bi qasî wan jî pirtûkên helbestan û çend jî çîrok hatibûn nivisandin. Li gor daneyên malpera diyarname.com* îsal  weşanxaneyekê ji 350 zêdetir pirtûk çapkin. A ku min diêşîne piraniya pirtûkan bê edît ango beyî destdana edîtor têne weşandin.

Pirtûka Mizgîn Aydin jî yek ji wan pîrtûkan e. Mala weşanxaneyê ava qet bêjing bikar neanîne. Tenê navên helbestan ji 8 rûpelan pêk tê. Pirtûk jî bi giştî 246 rûpel e. Di pirtûkê de gelek helbestên hêja hene.  Mirov baş li bêjingê bixe dibe ku mirov wan helbestan di 100-120 rûpelan de kare bîne ba hev.  Lê edîtor qet dest nedaye. Tevî çend helbestên nîv mukerer helbestên kin û dirêj li pey hev rêz kirine. Her wiha mirov mîzanpajê ew qas dikare qels çêbike. Li dawiya helbetek dirêj 2 risteyên haikuyek qet qetî. Helbestên temaya wan wekî hev qet nebe di bin hinek serenavan de bianiyana ba hev. Ev mijar divê bi serê xwe bibe gotarek dirêj. Niha bila li vir bimîne.

Em werin ser helbestan.

Bê Zayendî.

Mizgîn Ronakê wekî hilbijartin hemû helbestên xwe bê zayend nivîsandine. Mirov di helbestan de tê dernaxe helbestvan jin e an mêr e. Hemû helbest bê zayend in.

Mînak helbesta “Nema tê”

Te fincana avê da ber avê

Qeder çû keder ma

Av zelal bû li fîncanê

Nameyên ku zemanek

Agir bi dildixistin

Niha Zirça kevokê ne

Di helbestan de evîn û evîndariyek zelal nîn e.

“Bêhaybûyî”nek zayendî heye:

Du mirov bi hev şadibin

Dem ducanî dimîne

Û em hew dibînin ku em li wir in.

Mizgîn Ronak di helbestek xwe de vê rewşê wiha tîne ziman

Dil vala ye

Hinek baxçe bişîne

Bi rihanan re.

Ev rewş famdar e. Di nav çar dîwarên zindanê de mirov ku tê de zarokatî û xamatiya xwe winda bike dê behsa kîjan evînê bike..

Tegên Bingehînên “Kirasê Heyvê”

Ez bawerim Mizgîn Ronak ji ber salên windayê hepsê bêtir di zarokatiya xwe de ma ye. Bi gotina wê “nefes a zarokatiyê dikişîne lê wekî mezinekê digirî”

Mirov dema helbestan dixwîne vê yekê bi hêsanî dibîne. Wekî bûka lekî, (pitika pêlîstokî), kiras l li hemû bûyer, tiş û heyînan dike. Kirasê heyvê  heye,  gomlekê daran, şimika xewê, şîpika zarokatiyê, kirasê nota li ser kombûyî, şimika baranê, şimikên jiyanê,… ev têgeh gelek in. Nivîskar di helbestê de zarok e mezin bûye  em dikarin bejin ku  xwe di bin dawa çîrokan de vedişêre.

Di helbestên Mizgîn Ronakê de gelek caran cam û şûşe jî derbas dibin. Wekî tê zanîn cam û şikestin dest birak û xuşkên hev in.

Şûşe di behre de ye/  di behre de jî peyama keştîvanên winda heye,

Di be ku peyam ev be

“ di jiyanê de sê şûşe hene;

Di yeke de em dîl hatin girtin

Di yekê de şehîd ketin

Di ya din de jî me xwe kuşt”

Fîncanên tije zarokatî/li hêviya kê ne?

Cam şikestî ne/ qey bi şev agirê me derket, ….Cam şikestîne/ qey em bi şev  bi cinan ketin.

Şaîr “şûşeyekê dişkîne, axîn jê dirêjin” ji ber wê dixwaze “şûşeya rondikan tune bike”

Di di pirtûkê de baran û gemsal jî gelek cih digirin, wekî hemû şaîrên Wê jî têra xwe bi baranê re hevaltî kiriye.

Ji ber wê “şimika xwe dide baranê” baran bi wan şimikan dişemite. Ji ber wê cara caran ji baranê hêrs dibe.

Te mijang bi me ve nehiştin,

Ji mijarangan jî hêrs dibe;

Bese mijang no we baran nehişt li dinê….

Lê payîz wekî kêfçiyekî qehweyê “bîranînan vedixwe”  û “ewrî şimika baranê dibin mîvanên me”

Baran dema dibare ne tenê dar û ber, erd û zevî şildibin, dema baran dibare, şimaka jiyanê jî şil dibe.

Dema dil ji Darçînê hez dike, baran dibare.

Di pirtûkê de wekî Dizê Baranê, Kemangero, Kobanî û Helebçe helbestên bi mijar, serkeftî û dirêj hene. Mirov dema wan helbestan dixwîne bêtir kelama zîvîn a Mizgîn Ronak hîs dike. (Zîv jî têgehek xurt a pirtûkê ye.

Wekî gotina dawî mirov kêmaniyên edîtorî û mîzanpajê bide aliyekî, wekî mijar û naverok mirov dikare bi sedan rûpelên li ser vê pirtûka hêja binivisîne.

mmirxan@gmail.com 

***

* Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)   

 

***

Hin nivîsên Mem Mîrxan ên ku berê di Diyarnameyê hatine weşandin:

- Ji Şamê heta Cîhangîrê ‘Jineke Mirî li Cîhangîrê’ 

- Omer Dilsoz: Reqabeta di navbera romannivîskarên kurd de xurtir dibe (Hevpeyvîna Mem Mîrxan)

- Duh dost bi sî û du diranan keniyan ji dil
- Amed, xewna min a herî şîrîn

- Bêndera xîretê
- Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê
- Duh dost bi sî û du diranan keniyan ji dil

***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com        

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dezz Deniz li NÇM'ê ye

ad

Xelatê Kayan ê Ebdurrehîm Rehmî Hekarî amey dayîş

ad

Îngilistanê bi Bellinghamî 3 pûan girt

ad

2016: Li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin

ad

OZGUR GUNDEM

ad

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname