Ger meraqeke we li ser hebe ku li dinyayê herî zêde kîjan nivîskar pere kar dikin fermo ji we re lîste:
Li gor kovara Forbesê li dinyayê herî zêre nivîskara rêvepirtûkên "Harry Potter" J.K.Rowling kar dike û xwedî serweteke mezin e.
Piştî wê James Patterson di lîsteyê de di rêza diduyan de cih girtiye. Nivîskarên cureya tirsnakiyê Stephan King jî di rêza sisêyan de bi cih bûye.
J.K.Rowling dest bi nivîsandina pirtûkekê kir. Mêze kir zarokan ji lehengê romana wî hez dikir, eleqe lê nîşan dide berdewam kir, yekê nû nivîsî û yekê nû yê din jî.
Dûre ew kişandin fîlm. Bi vê pirtûkê J.K.Rowling par hefteyê 3 mîlyon sterlîn (5.3 mîlyon dolar) kar dikir û niha nivîskara 43 salî xwedî 560 mîlyon sterlîn e. Bi van pereyan we di rêza yekem a lîsteya nivîskarên ku li dinyayê herî zêde kar dikin de ye.
Vaye lîsteya "Li Dinyayê Nivîskarên ku herî Zêde Kar dikin":
1- JK Rowling £160m
2- James Patterson £26.7m
3- Stephen King £24m
4- Tom Clancy £18.7m
5- Danielle Steel £16m
6- John Grisham £13m
6- Dean Koontz £13m
8- Ken Follett £10.6m
9- Janet Evanovich £9m
10- Nicholas Sparks £8.5m
Ji Gazeteportê hatiye girtin


