Televîzyona kurdî Roj Tv di 1'ê adara 2004'an de dest bi weşana xwe kir û îsal pêl li sala xwe ya pêncan kir. Roj TV ku her Tirkiye dixwaze bê girtin û ji bo vê yekê ketiye nava hewldanan, malpera wê jî hatiye qedexekirin.
Tekane rojnameya rojane ya kurdî ya li Tirkiyeyê rojnameya Azadiya Welat bi peyameke salvegera damezirandina ROJ TV pîroz kir û salvegera televîzyonê wekî 'cejnekê' binav kir.
Roj TV heta niha gelek hunermend kirin mêvanên xwe. Hunermendê ku stranên îslamî dibêje Sami Yusuf ku par li Tirkiyeyê jî konser dabû par bû mêvanê Roj TV. Li Tirkiyeyê hin weşanan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da.
Her wiha dema mebûsên Tirkiyeyê jî beşdarî televîzyonê dibin li Tirkiyeyê dibin meseleya nîqaşê.


