Diyarname
Îro piştî êrîşa AKP'yiyan a li hemberî HDP'yiyan û jicihderxistina milê Îdrîb Baluken careke din li hev kom bû. Li ser navê HDP'ê Mebûsê Mêrdînê Mithat Sîncar axivî û ji komîsyonê vekişiya.
Sancar got ku wan gotina xwe gotiye, ji niha û pêde ev komîsyon bûye cihê şanoyê, ew dê nebin parçeyek vê yekê û got: "Hûn dê di nav bîra dîrokê de mehkûm bibin."
Sancar wisa got: "Gel dê dîrokê binirxînin. Me xwest qala çi bikin, em çima li vir in? Tu tirseke me nîn e. Tiştek em winda bikin jî nîn e. Tekane tiştê em winda bikin hêviya me ya aştî û demoksariyê ya ji bo civakê bû. Emê tu tiştekî winda nekin. Bi biryareke ku ji vir bê derxistin me biavêjin girtîgehê dê ji bo me tenê madalyaya şerefê be. Ji bo aştî û demokrasiyê me li hemberî neheqiyeke wisa mezin ber xwe da. Lê we bi awayekî fîzîkî ev der kir cihek rezîl. Hemû êrîş hatine qeydkirin. Kî çi kiriye hemû têne dîtin. We bi awayekî bi bandor kir ku li vir dengê me dernekeve. Me pirsî ka leza we çi ye, lê we bersiv neda. Em dizanin, ferman hatiye hûn bi lez dikin. Me gotina xwe got, ji niha û pêd ev der bûye şanogeh. Emê nebin parçeyeke vê. Hûn dê di bîra dîrokê de bêne mehkûmkirin."
Piştî gotinên Sancar hemû mebûsên HDP'ê ji komîsyonê vekişiyan. Komîsyon bêyî wan, bi mebûsên AKP, CHP û MHP'ê civîna xwe dom kirin. Komîsyon ji bo biryara destnedana mebûsan bê rakirin nîqaşan didomîne. AKP û MHP'ê gotibû ew dê piştgirî bidin biryareke wisa, Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî gotibû "Ligel ku ev ne li gor Zagona Bingehîn e jî ewê piştgirî bidin vê biryarê."


