Diyarname
1'ê mehê TRT 6 dest bi weşana kurdî kir. TRT dê 24 saetan weşanê bike. Ji şevê hin not:
Di nav hemû nîqaşan de TRT 6'ê piştî weşana testê duh êvarê dest bi weşana xwe ya normal kir.
Ji bo vê kokteyleke hate li dar xistin, Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay, mebûsê AKP'ê Mîr Dengîr Firat, Wezîrê Dewletê Mehmet Şîmşek jî di nav de gelek giregir beşdarî vebûna TRT 6'ê bûn.
Wezîr Gunay got: "Kanala bi kurdî gaveke derengmayî ye, lê ji ku derê zerarê mirov vegere kar e."
Dengîr Firat jî xwest ku zagon bê guhartin û di hilbijartinê de jî berendam bi kurdî xeber bidin.
Li ser pirseke ku 'hûn jî dikarin beşdarî televîzyona bi kurdî bibin' Wezîrê Dewletê Mehmet Şîmşek got: "Na, yê min kurdiya min têrê nake."
Digel israran jî ji DTP'ê kes beşdarî şevê nebû.
Nûnerê YNK'ê yê Enqereyê Behrûz Galali kulîlkeke şand şevê.
Mebûsa AKP'ê ya Wanê Gulşen Orhan jî beşdarî şevê bû û strana Şivan Perwer "Çavreşam Were" xwend ku ev kaseta Perwer berê hatibû qedexekirin.
Serokê YOK'ê (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) Prof. Dr. Yusuf Ziya Ozcan da zanîn ku dê li du zanîngeha Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bê vekirin. (Têbiniya Diyarnameyê: Par Baroya Amedê serî li Zanîngeha Dîcleyê dabû û xwestibû ku beşa Kurdolojiyê bê vekirin)
Di şevê de Rojîn û Nilufer Akbal konser pêşkêş kirin.
Peyamên Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr R. Tayyip Erdogan di televîzyonê de bi dublajê hatin weşandin lê bi jêrnivîsa bi tirkî. Di kanaleke kurdî de çima jêrnivîsa bi tirkî ew jî wekî noteke din hate destnîşan kirin.


