Diyarname
Di Kongreya BDP'ê de yek ji xala girîng ku BDP'ê li ser biryar da sazkirina Lijneya Şêwirê ya Akademîk a BDP'ê bû.
BDP'ê dawiya vê hefteyê li Enqereyê 2'yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist. Di kongreyê de yek ji xala nû ku li xebatên xwe kir jî sazkirina Lijneya Şêwirê ya Akademîk bû. Di nav vê lijneyê de gelek akademîsyen hene û ew dê di warê mijarên cur bi cur de ji bo BDP'ê şêwirmendiyê bikin.
Di nav lijneyê de Civaknas-nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Doç. Dr. Fîkret Başkaya, parêzer Yusuf Alataş, lêkolîner-nivîskar Faîk Bulut, siyasetmedar Akin Bîrdal, Prof. Dr. Buşra Ersanli, Prof. Dr. Nazan Ustundaf, Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, rewşenbîr Erdogan Aydin, Kemal Parlak, Naci Kutlay, Omer Agin, mebûsê berê yê TÎP'ê Tarik Ziya Ekinci, Parêzer Feridun Yazar, nivîskar Ayşegul Akiş Devecioglu.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Kesên di Kongreya BDP'ê de hatin hilbijartin
- Demirtaş: Em xweseriya Kurdistanê nîqaş bikin
- Ji bo Kongreya BDP'ê eleqeyeke mezin


