Diyarname
Serokê Navçeya Gebze yê DTP'ê Engin Guleser got ku ew dê hilbijartinê de Şaredariya Dîlovasiyê bi dest bixin.
Engin Guleser li avahiya DTP'ê ya Bajaroka Dîlovasiya Kocaeliyê daxuyaniyeke da çapemeniyê û li ser hilbijatina 2009'an sekinî. Guleser da zanîn ku di hilbijartina berê de wan şaredarî bi 80 dengan winda kiriye lê vê carê ew ji bo bi destxistina şaredariya Dîlovasiyê bi îdîa ne.
Guleser wisa got: "Rengê gelê me li Dîlovasî ye. Di vê hilbijartinê de emê rengê xwe li şaredariyê bikin."


