Nîhat Kaya - Wehbî Demîr - HEWLÊR
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku yek ji sedemê herî mezin yê pirsgirêkên di navbera partiyên Rojava de ew e ku hinek partî hewil didin ku derveyî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzek cuda a çekdar damezrînin. Muslum di vî warî de got ku li Rojava ji derveyî YPG’ê damezirandina tu hêzên çekdar napejirînin.
Muslim ev demeke ji bo hevdîtinan pêkbîne li Herêma Kurdistanê ye, sedemên bi awayek demdirêj venekirina deriyê sinor Sêmalka, pirsgirêkên di navbera partiyên Rojava de, lêgerînên damezirandina hinek hêzên leşkerî derveyî YPG’ê û pevçûnên dawiyê yên li Serêkaniyê ji ajansa nûçeyan ya dîcleyê DÎHA’yê rojnamevan Nîhat Kaya û Wehbî Demîr re nirxand.
Muslim da zanîn ku, li gorî biryara Desteya Bilind dê hêzeke leşkerî ya neteweyî bê avakirin û ev hêz wê tenê girêdayî Desteya Bilind be. Muslim wiha domand: "Hinek alî hene dixwazin ji bo xwe ji derveyî YPG’ê hêzek çekdar pêkbînin li hincetan digerin. Niha jî radibin dibêjin 'YPG, ya PYD’ê yan jî a TEV-DEM’ê ye' Di vir de dixwazin bêjin ku 'ya PYD’ê heye, divê ya me jî hebe.' Bi vî awayî ji xwe re li hinceta digerin ku, ev rewş seknek ne rast e. Me wekî Desteya Bilind ji destpêkê ve biryar da ku li Rojava çêbûna du hêzên leşkerî ne gengaz e. Yên ku dixwazin li gorî xwe hêzek leşkerî damezirînin nêzikatiya wan ne rast e. Ji ber van hemûyan ji bo ku li Rojava du hêzên leşkerî neyên damezirandin her tişt ji destê me tê emê bikîn. Wê tenê yek hêza leşkerî hebe, wê bibe hêzek netewî û wê herkes xwe di nava vê hêzê de bibîne. Ev hêza leşkerî çiqas mezin bibe ev ji bo me şerefek e. Ev ji bo parastina me ye. Lê rabin hêza duyem ya leşkerî damezirînin em vê rewşê napejirînîn.”
‘GIRTINA DERIYÊ SÊMALKA BIRYARA HIKUMETÊ YE’
Muslim balkişand ser ku ji 19’ê tîrmehê heta niha deriyê Sêmalka girtiye û ji aliyê wan ve tu biryar yan jî hincetên girtinê tune ne û got, girtina derî bi temamî biryara hikumeta Herêmê ye. Muslim diyar kir ku, ew ji destpêkê ve li dijî nêzîkatiya ku deriyê sinor wekî amêrekê şantaj û gefan ji siyasetê re dikin mal û wiha bedewam kir: “Dibe ku herdem di navbera partiyên siyasî de li hevnekirinên siyasî hebin. Lê bi girtina deriyê sînor ku mirov dikare bêje şîrê di destê zarokan de jê bistînin ev ne nêzikatiyeke wisa ye ku bê pejirandin. Di demek wisa de ku xîzanî zêde bûye girtina deriyê sinor ji ticaretê re biryarek ne di cihê xwe de ye. Em hêvî dikîn ku ev derî di demek kin de were vekirin.”
Di derbarê sedemên girtina deriyê sînor de jî Muslim wiha got: “Ji xwe girêdayî girtina deriyê sînor gelek hincet hatin girtin. Despêkê girtina hinek kesan wekî hincet hatibû nişandan. Piştre hatibû gotin ku, bila tu kes li ser kesek din desthilatdariyê neke. Ev tişt hatin gotin. Hikumeta Herêmê jî niha dibêje tu amedekeriyên wana tune ne ku kurdên li Rojava bên herêma wan, ji ber vê deriyê sînor girtine. Bi hezaran mirov dixwazin werin herêma Federal a Kurdistanê. Yanî gelek hincetên wekî vane nîşan dikin. Lê çi dibe bila bibe, sedeman bingehîn ya gelê Rojava ji bo derbasbûna Herêma Kurdistanê aborî ye.”
BANGA; WERIN EM DEST BIDIN HEV BI HEV RE XEBAT Û BERPIRSYARTIYÊ PARVE BIKIN
Muslim da zanîn ku, wan hîn destpêkê gotibû rêvebirina welatekê berpirsyartî dixwaze û wiha got; “Me di vê mijarê de bang li her kesî kir ku bên destê xwe bixin bin kevir û vê berpirsyariyê em hemû bi hev re parve bikin. Lê mixabin heta niha di vê mijarê de ji aliyê tu kesî ve piştgirî nehat dayîn.”
Di berdewa axaftina xwe de Muslim partiyên Rojava rexne kir û balkişand ku ji bo siyaset kirinê pêwîstî bi berpirsyartî girtinê heye. Muslim axaftina xwe wiha domand; “Di cihê xwe de rûniştî axivîn hêsan e, lê siyaset kirin û berpirsyartî girtin ne hêsan e. Jêre ked pêwîst e, perwerdekirina gel pêwîst e, asta zanînê pêwîst e, westan, sibê heta şevê xebitîn pêwîst e û têkilî çêkirin pêwîst dike. Wekî gel em di hinek mijaran de paşve mane. Di gelek tiştên ku ji bo partiya me tên gotin de ne cidî ne. Ji ber ku ew bixwe ne cidî ne. Tu nikarî li mala xwe rûnî û ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nabin. Ev pirsgirêke wekî tê hizirîn ne hêsan e. Pirsgirêk ji ya ku tê dîtin gelek girantir e. Em hêvîdarin ku her kes di vê mijarê de cidî be. Em her kesî vedixwînin bila bên em bi hev re dest bidin hev vê xebatê û berpirsyartiyê parve bikin."
‘TÊGIHÎNA HINEK PARTIYAN YA MUAWIYE YE’
Her wiha Muslim diyar kir ku, sedema din jî ya berpirsyarî ne hilgirtina partiyên din di şoreşa Rojava de jî nêzîkatiya wan ya girtina dest ya desthilatê ye. Muslim ciyewaziya di navbera nêzikatiya wan û partiyên din ji bo desthilatê jî bi vî awayî vekir; “Em li pişt wê fikrê ne ku gel bixwe xwe bi rê ve bibe. Bila gel bixwe komîte û rêveberiya xwe ava bike. Li gundan yan bajaran, her kes hemû kes biryarên xwe bi awayek azad bigire, bikare van biryarane pêkbînin. Ev fikir ji bo rêveberiya vî gelî fikrek nû ye. Piraniya partiyan vê fikrê napejirînin. Gelek kes dixwazin şêwazê desthilatê wekî ya Muawiye be. ‘Li erd û esman her tişt yê desthilatê ye, yê nexwaze dikuje, yê dixwaze jî wê bide jiyan kirin.’ Têgihîna van ya desthilatê têgihîna Muawiye ye. Dema vêya derbaz bûye. Êdî gel dixwaze xwe bi xwe rê ve bibe. Gel dixwaze gotina xwe bêje, biryarên xwe bixwe bigre û bixwe pêkbîne. Lê hinek ji vê rewşê acizin, na pejirînin û dixwazin li ser serê gel bibin desthilat.”
‘ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎN Û AMÛDÊ NEPIJIRANDINA RÊVEBERIYA GEL E’
Muslim da zanîn ku, ji bo xweseriya demokratîk ev bi salan e xebatên tên kirin hene, ji 2007’ê û heta niha proje û xebatên wan yên bi vî awayî hene û got: “Di van sê salên dawiyê de me ji bo xweseriya demokratîk komîte avakirin û em xebitîn. Di encama vê de sîstemek derket ku gel xwe bixwe xwe bi rê ve dibe. Mirovên ku fêrî xwe bi xwe rêvebirinê bûne niha bi tu awayî ketina bin kontrola hinekên din de napejirînin. Piraniya yên ku vê projeyê napejirînin ewin yên ku desthilata gel na pejirînin. Gel napejirînin. Dixwazin li ser pişta gel bibin desthilat. Ev nêzikatî hem di nav partiyên kurdan de hem jî di partiyên din de, di hemûyan de heye. Niha dorpêçkirina Efrînê ne pejirandina xwe bi xwe rêvebirina gel e. Komplo û êrîşên li Amûdê nepejirandina desthilata gel e. Ew şerê ji bo desthilatê dikin. Em desthilatê naxwazîn. Em dixwazin gel bixwe desthilata xwe damezrîne.”
‘EL NUSRA HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKE’
Muslim balkişan ser şerê van rojên dawiyê yê Serêkaniyê yê di navbera Cebhet El Nusra û YPG’ê a ji nû ve rûdayî û got ku sedema ji nû ve derketina pevçûnên Serêkaniyê ew e ku Cebhet El Nusra berî demekê li gorî peymana bi YPG’ê re îmze kiribû tevnegerî. Muslim diyar kir ku, Cebhet El Nusra ji ber ku di şerê berî niha de şikestin xwar, ne bi xwesteka xwe bi YPG’ê re peyman îmze kir. Her wisa got, lê di rastiyê de heta niha Cebhet El Nusra tu car li gorî peymanê tevnegeriya û tu biryarên wê pêkneanîne. Muslim wiha dom kir; “Ji bo mînak yek ji madeyên vê peymanê ew bû ku tu hêzên leşkerî nemînin di bajar de. Lê wan leşkerên xwe ji bajêr dernexistin. Xistin di nava mirovên sivîl de. Baweriya xwe bi meclisa ku ji sivîlan pêk hatî ne anîn. Xwestin çemka xwe ya kevin û paşverû li wê derê bidin jiyan kirin. Hemû gel ji wan nefret kir. Di dawiyê de rabûn endamên YPG’ê dîl girtin. YPG’ê ji wan xwest ku van kesên dîl girtine berdin, lê bernedan. Ji ber vê pevçûnan dest pê kir. Çima? Ji ber ku Cebhet El Nusra tu carî hebûna kurdan nepejirand. Pêkanîna ambargoya li ser Efrînê û ya ku di pevçûnên wê derê de bi bandor jî heman çemke. Hebûna kurdan napejirînin. Lewra kurd jî ji bo neçar man xwe biparêzin. Şerê li Serêkaniyê ji bo me ferz e. Lê em hêvî dikîn şer di demek kurt de bi dawî bibe.”
‘ARMANCA ÊRÎŞÊN SERÊKANIYÊ AVAKIRINA REJIMEKÎ ÎSLAMÎ BÛ’
Muslim di dawiya axaftina xwe de jî derbarê armancên pevçûnan û rewşa dawî ya Serêkaniyê ev tişt anîn ziman; “Kesek li Serêkaniyê nemaye. Hinek pevçûn li rojavayê Til Xelef didomin. Ez bawerim ew jî niha rawestaye. El Nusra û çeteyên din yên çekdar ji Serêkaniyê hatin derxistin. Armanca vana hemûyan yek e. Sedema herî girîng ya pevçûnên vê dawiyê ew bû ku li herêmê îlankirina rejîmek Îslamî bû. Bi taybetî jî li herêma kurdan û herêma petrolê, armancên wana yên bi vî awayî hebû. Em di vê mijarê de hesas tevdigerîn û bi qasî ku ji deste me tê em wana ji herêma xwe dûr dixîn. Li herêma kurdan avakirina rejîmek Îslamî em napejirînin.”


