logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

'Bas'ê jineke kurd hê nebûye 'şaredar' kir şaredar!

Çapemeniya kurdan gelek caran bi gotegotên têne ber guhan nûçeyan li ser masê amade dike. Gelek rojnamegerên van nûçeyan

  • Dîrok: 03/10/2016
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Çapemeniya kurdan gelek caran bi gotegotên têne ber guhan nûçeyan li ser masê amade dike. Gelek rojnamegerên van nûçeyan amade dikin zehmetê nadin xwe ku teknolojiya heyî ya nûjen jî ji bo piştrastkirina gotegotan ku dikin nûçe bikarbînin. Rojnameya Bas ku tevna wê ya nûçegihaniyê gelekî berfireh e, vê carê mizgînî da ku jineke kurd bûye şaredara navçeyeke paytexta Almanyayê Berlînê. Lê rewş tam ne wisa ye û gelek tevlihev e.

Nûçeya bi îmzeya Dîlan Almaz ku roj 03.10.2016’an di Basê de hat weşandin, bi sernivîsa “Helin Evrim Baba: Ji Berlînê re şaredareke jin a kurd” derket. Nûçe wiha dest pê dike: “Parlamentera Eyaleta Berlînê Helin Evrim Baba di hilbijartina 18’ê rezberê de wekî şaredara navçeya Lichtenberg a Berlinê hat hilbijartin. Baba hem wekî jin û hem jî wekî esil- biyanî yekem car e dibe şaredara Lichtenbergê.”

Hevokên li jor kelecaniyê bi mirov re çêdikin. Kesên nûçeyên bixwîne û rewşê nizanibe jî dê kêfxweş bibe. Lê belê kesekî ji rewşa siyasî ya Lichtenberg a Berlînê agahdar be dê ber xwe bikeve ku nûçeyeke bi vî rengî ji rastiyê dûr ji xwendevanên kurd re tê weşandin. Di hevokên jor ên nûçeya Basê de ji bilî ku hilbijartinên herêmî di 18’ê rezberê de pêk hatine, parlamanentera eyaleta Berlînê ye û Lichtenberg navçeyeke Berlinê ye, agahdariyên din mixabin hemû ji rastiyê dûr in.

Em ji nav dest pê bikin; Paşnavê Helin Evrim ne “Baba” ye lê “Sommer” e. Ew di sala 2009’ê de bi dîroknas Dr. Robert Sommer re zewicî û paşnavê wî wergirt. Ji ber vê egerê paşnavê wê di fermiyetê de êdî ne “Baba” lê belê “Sommer” e. 

Xala din jî ew e ku tê gotin Helin Evrim Baba cara yekem e wekî jin li Lichtenbergê dibe şaredar. Em dûr neçin, şaredara niha ya vê navçeyê ku ji sala 2015’ê ve li ser hikum e, bi xwe jin e û navê Birgit Monteiro ye.

Em vegerin ser xala sereke ya ku bû sedem em vê nivîsa rexneyî binivîsin; Helin Evrim Sommer ango ji qewlê Basê ve Helin Evrim Baba wekî şaredara navçeya Lichtenbergê nehatiye hilbijartin.

Di hilbijartinên 18’ê rezberê de partiya Sommer, “Die Linke” ango “Partiya Çep” ew wekî namzeta şaredariyê danî. Die Linke bi sedî 29,8’ê dengan bû partiya yekemîn. Lê ev deng têra ku şaredariyê bistînin nakin. Divê yan “Die Linke” bi partiyeke din re koalisyonê bike û yan jî partiyên din bêyî koalîsyon piştgiriya wê bikin heta ku Helin Evrim Sommer bibe şaredar. Niha hevdîtinên Die Linke bi partiyên din re dewam dikin.

Rojnameya Basê di 2014’ê de jî diyar kiribû ku siyasetvana esil-kurd Berivan Aymaz di hilbijartinên herêmî yên 25’ê gulana wê salê de wekî şaredara navçeya Mullheim a bajarê Kolnê hatiye hilbijartin. Vê nûçeyê dengekî bilind di nava kurdan de vedabû lê belê ev nûçe jî rast derneketibû. Aymaz di wê hilbijartinê de ji dengên taxê wekî parlamentera meclisa bajêr hatibû hilbijartin û hêjî vî karê xwe berdewam dike.     

**

Nivîsên li ser "Çapemeniya Kurdan":

- Derewa rojê ev e: Fotoyê balafirgeha li Hesekê! 

- Bi 6 nûçeyan têkçûna çapemeniya kurdan 


Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

news
  • 25 08 2026

LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

news
  • 24 08 2026

'Dilop'ek nû derket

news
  • 07 08 2026

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

news
  • 02 08 2026

Belgefîlmê Mourinho yeno

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

'Mamoste', 'Mirovê Yekem' û 'Anons' derdikevin pêş

ad

Sêkuçeya bi alozî

ad

15 baro: Biryar mudexeleya dijî hilbijartinê ye

ad

Çareyeke din: Ji şaneşînan li fîlman temaşe dikin

ad

'Banga Kurd' 110 salî ye

ad

Li ser meşa ji bo Sûrê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname