Diyarname
DTP'yî li Silopiyê kom bûn û li benda koma aştiyê ne. Li Silopiyê Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emine Ayna daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin.
Hevserok Ahmet Turk ji bo çapemeniyê axivî û xwest ku rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aştîxwaz beşdarî pêvajoyê bibin. Turk got ku aştîxwazên ku îro li cem me ne em sipasiya xwe pêşkêşî wan dikin.
Turk wisa got: "Teslîm bûn, teslîm girtin nabe çareserî. Kom ji bo pêşî li aştiyê vekin tên. Daxwaza PKK'ê ne şer, aştiyê ye. Em dizanin ku dewlet gaveke bavêje dê PKK deh gavan bavêje. Hatina van koman û ev jest bixwe dê piştgiriyeke xurt be ji bo hikumetê. Divê wekî teslîm bûn, xelas bûn nêzî meseleyê nebin. Daxwaza me ew e ku bi awayekî aqilena nêzî meseleyê bibin."
Wekî not: Enqere jî çav li Deriyê Xabûrê ye. Serokê Meclisê M. Ali Şahin got ku ez dixwazim ev gavek be ji bo pêvajoya sî salên dawî.


