Diyarname
Vê hefteyê 5 jê ji derveyî Tirkiyeyê ku didu jê anîmasyon in, 3 jî ji Tirkiyeyê bi giştî 8 fîlm ketin vîzyonê.
Ji fîlmên Tirkiyeyê em "Yuva" derdixin pêş ku fîlmê Emre Yeksan e. Fîlm di Festîvala Fîlman a Stenbolê de bi 3 xelata bi ser ket û niha di vîzyonê de li pêşberî temaşevanan e. Di fîlm de zilamekî ku li nav daristanê jiyaneke sade dijî dikin ku wî bînin bajêr, pêre jî çîrokek balkêş dertê holê.
Ji nav fîlmên biyanî jî em "Shadow" (Sî) derdixin pêş. Fîlmê Zhang Yimou bi navê "Golge Savaşçi" wergerandine tirkî. Derhêner Zhang Yimou berê bi fîlmên xwe "Hero" û "Seda Çînê" derketibû pêş lê ji bo vî fîlmê wî wisa tê gotin: "Fîlmê herî serketî yê derhenêr ku heta niha kişandiye." Di fîlm de dîtbariya taybet a aîdî Çîn û Rojhilata Dûr, aksiyon, kareografiya hunera şerê bi estetîkî temaşevanan dilxweş dike. Di fîlm de têkoşîna qralê ku axa xwe diparêze derdikeve pêş.
Fîlmê "Toys & Pets" û "Pokemon Detective Pikachu" jî her du fîlmên anîmasyonî yên vê hefteyê ne.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Shadow / Derhêner Zhang Yimou
- Dragged Across Concrete / Derhêner S. Craig Zahler
- The Cleaning Lady / Derhêner Jon Knautz
- Toys & Pets /Gary Wang
- Pokemon Detective Pikachu / Derhêner Rob Letterman
- Yuva / Derhêner Emre Yeksan
- Kulyas. Lanetin Bedeli / Yunus Şevik
- Serseriler / Derhêner Ulaş Bahadir


