Diyarname
Li ser gelek tiştî ev gotina hatiye gotin: 'Evder Tirkiye ye'. Vaye ji we re mînakek din:
Ji bo referandûmê li temamê Tirkiyeyê pankart têne daliqandin. Di pankartan de 'erê' jî 'na' jî tê nivîsandin. Heta vê derê her tişt normal e. Lê li Mûradiyeya Wanê, navçeya BDP'ê pankarteke ku têde "Em boykot dikin" nivîsandine daliqand û tam li vê derê nenormalî derket holê. Ji ber ku şaxa YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) ya Mûradiyeyê biryar da ku parkarteke wisa nabe û ev yek lê zêde kir: "Ev pêşî li bikaranîna dengdayîna gel digire."
Polîsên ku li ser navê YSK'a navçeyê hatin rêxistina BDP'ê û xwestin ew pankartên daxin gotin ku ew dikarin pankartên 'erê' yan jî 'na' daliqînin lê nikarin 'boykot' binivîsin û ev yek lê zêde kirin: "Hûn pankartê danexin emê daxin û der barê we de doz vekin û ji ji salek heta 4 salan cezaya hepsê bixwazin.
Belê, careke din ev der Tirkiye ye.
Foto: Leyla SARI - DÎHA - WAN