Diyarname
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hemberî aboriya Îran û Rusyayê biryar girtibûn. Niha her du welatan li hemberî vê biryarê gavak nû avêtin: Ewê di dan û standina hev de pereyê amerîkayê dolarê bikar neynin, berevajî pereyên xwe yên herêmî bikar bînin.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA'yê nûçe ragihand. Ajansê gotiye, "Banke û aktorên aboriyê êdî dê pereyên herêmî bikar bînin, ji bilî pergala navbankeyan a navneteweyî SWIFT'ê pergalên din bikar bînin."
Yekîtiya Aboriyê ya Avrasyayê ku di bin rêberiya Rusyayê de ye roja 25'ê vê mehê peymana bazirganî ya serbest ku piralî ye îmze kiribû.


