logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Di 400'mîn hefteya xwe de jî Dayikên Şemiyê li kolanê bûn

Dayikên Şemiyê di hefteya 400'emîn a rûniştina xwe ya li ber Lîseya Galatasarayê de careke din daxwaza dîtina windayan k

  • Dîrok: 24/11/2012
  • Beş: Nûçe

Stenbol
Dayikên Şemiyê di hefteya 400'emîn a rûniştina xwe ya li ber Lîseya Galatasarayê de careke din daxwaza dîtina windayan kir. Xizmên windayan yên 17 salin hevjîn, bav û zarokên xwe digeren diyarkirin ku ew teqez dest ji têkoşînê bernadin. Dayîkên Şemiyê gotin hezar sal jî derbas bibe ew dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: "400 heftene em li virin lê kiryar li ku ne. Gelo ew jî winda bûn?"

Dayikên Şemiyê wekî hemû hefteyan di hefteya 400'emîn de jî li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar kin kiryar li ku ne" vekirin û li ser pankartê nivîsa "hefteya 400'emîn" nivîsandin.

Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Dayikan bi kurdî, tirkî û zimanên cuda dowîza "Ez mecbûrim ji vegera te bawer bim" hilgirtin. Gelek welatiyan jî piştgirî da çalakiya dayikan. Hunermend, parlementerên BDP'ê Pervîn Buldan, Sebahat Tuncel, Sirri Sakik, Sirri Sureyya Onder, Parlementerê Stenbolê yê Serbixwe Levent Tuzel û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî tevlî çalakiya dayikan bûn.

Xizmên windayan ku êdî wekî Dayikên Şemiyê têne bi navkirin ji sala 1995'an heta sala 1999'an li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya rûniştinê ji bo hînbûna aqûbeta xizmên xwe li dar xistin. Piştî deh salên navberê di sala 2009'an de careke din dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kirin. Bi giştî bû 400 hefte ku ew vê çalakiya xwe didomînin.

Diya Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe yê ku di 27'ê tîrmeha 1993'an de hê 18 salî bû di binçavan de hate windakirin Zubeyde Tepe jî pirsa "400 heftene em li vir in gelo kiryar li ku ne? Gelo ew jî winda ne?" kir.

Diya Murat Yildiz yê ku di sala 1995'an de di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz helbesta ji kurê xwe re nivîsî bû xwend û wiha got: "Ew winda nebûn dad winda bû. Em li edaletê digerin." ."

Hevjîna Fehmî Tosun ê di sala 1995'an de hate windakirin Hanim Tosun jî wiha got: "Heta em hebin em pêşiya bira, zarok û hevalên xwe bernadin. Dê destê me di qirika kesên windakirin de be. Heta rûyê wan ê reş û kirêtiyên wan derdikevin holê dê têkoşîna me bidome."

Xwişka Seyhan Dogan ê ku hêj 13 salî di sala 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di binçavan de hate windakirin û par hestiyên wî di gora komî de hatin dîtin Hazne Dogan jî wiha got: "Tenê daxwazekî bav û dayika min hene. Ew jî gora Seyhan bê dîtin."

'HEZAR SAL DERBAZ BIBIN JÎ...'

Birayê Vecdîn Avil yê ku di sala 1994'an de hate windakirin Behçet Avcil, Birayê Kenan Bîlgîn ê ku di sala 1994'an de hate windakirin Îrfan Bîlgîn û Birayê Nurettîn Yedîgol ê ku di sala 1984'an de hate windakirin Muzaffer Yedîgol jî daxwazên xwe anîn ziman.

Birayê Ridvan Karakoç ê ku di 20'ê gulana 1995'an de hate binçavkirin û piştî îşkeceyê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê hate definkirin Hasan Karakoç jî wiha got: "Hezar sal derbas bibin û hezar 700 salî jî derbas bibin em dê xwedî li windayên xwe derbikevin. Ez bang li hemû kesî dikim ku xwedî li doza me ya mafdar derbikevin."

Diya Hasan Ocak Emîne Ocak jî bi kirmanckî axivî û wiha got: "Gorên me li her aliyê vî welatî belavbûn. Ev der jî û cihên em lê hatin dinê jî bûn gorên me."

BULDAN: HETA BERPIRSIYAR TÊN DARIZANDIN EM DÊ HESABÊ BIPIRSIN

Parlementera BDP'ê ya Îdîrê Pervîn Buldan ya ku hevjînê xwe di bûyerên kiryar nediyar de winda kir jî axivî û wiha got: "Em li welatê edalet tuneyî li edaletê, li welatê mirovahî tuneyî li mirovahiyê digerin. Di salên 1990'an de agir ket malên me. Bi vê yekê re dilê me jî şewitî. Ew mirov ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Heta kesên fermandan û tetikkêş bên darizandin em dê hesabê bipirsin."

Daxuyaniya hefteyê ji bo Hayrettîn Eren ê ku 32 sal berê di 20'ê sermaqezê de hate windakirin hat xwendin. Birayê Eren Faruk Eren, wiha got: "32 sal berê wekî îro li Şaxa Siyasî ya Gayrettepe li hemberî faşîzma 12'ê Rezberê berxwe dida. Winda kirin. Lê heta hesab tê pirsîn em dê li vir bin."

Masîde Ocak daxuyaniya hefteyê xwend û diyar kir ku, dema Eren hate binçavkirin 8 kesan şahidî kir lê ligel hemû serîlêdanan tu encam nehatin bidestxistin.

Ocak got ku bavê Eren Kemalettîn Eren dema li kurê xwe digeriya jiyana xwe ji dest da. Ocak, da zanîn ku dema Eren hate windakirin Mehmet Agar Muavînê Midûrê Şaxa Siyasî yê Midûrê Polîsan ê Stenbolê bû. Ocak, bilêv kir ku berpirsiyarê vê yekê Agar û darbekarên 12'ê Rezberê ne û wiha got: "Heta windayên me neyên dîtin û kiryar neyên darizandin em teqez dest ji têkoşîna xwe bernadin."

***

Nûçeya eleqedar:

- Dayikên Şemiyê 400'emîn car tên ba hev


 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bengî Yildiz li meclisê bi kurdî axivî

ad

412 rêxistinên sivîl: Bila Konferansa Neteweya Kurdistanê kom bibe

ad

Hevpeyvîn bi romanivîsar Mîr Qasimlo re

ad

Saet: 21.00: Li bajarên Kurdistanê encama nû

ad

Klîba Hefteyê: Gewrê

ad

Pirtûka li ser Trump hatiye nivîsandin di warê firotinê de rekor şikand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname