Îzmîr
KURDÎ-DER'a Îzmîrê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart.
Kongreya komeleyê li MKM-Dera Îzmîrê li dar ket. Di kongreyê de Endamê Meclisa Partiyê yê BDP'ê Nizamettin Ozturk, Hevserokên BDP'ê yên Îzmîrê Mukaddes Kubilay û Yusuf Kaya, rêveberên SDP, ÎHD, Azadiya Welat, Dayikên Aştiyê, TAYD-DER, MEYA-DER, Meclisa Jin û Ciwanan ên BDP'ê û nûnerên Akademiya Siyasetê ya BDP'ê amade bûn.
Piştî hilbijartina dîwanê Serokê Kurd-Dera Îzmîrê Mustafa Borak axaftineke kir.
Piştî axaftin, xwendina raporên malî û çalatiyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Bayram Kubilay, Fatma Kaplan, Fevziye Polat, Şevket Topkaya û Edip Ertaş ji bo rêveberiya komeleyê hatin hilbijartin.


