logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

DÎHA: Em tu caran ji rastiyan tawîz nadin

Van rojên dawîn çend nûçegîhanên DÎHA'yê hatin girtin. Li ser vê yekê li Stenbol û Amedê daxuyanî hatin dayîn.

  • Dîrok: 07/04/2008
  • Beş: Çapemenî

 

Diyarname
Van rojên dawîn çend nûçegîhanên DÎHA'yê hatin girtin. Li ser vê yekê li Stenbol û Amedê daxuyanî hatin dayîn.

Ajansa DÎHA'yê bi armanca şermezarkirina zext û zordariya li ser nûçegihanên xwe û girtina wan bi beşdariya parlementer, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û rojnamegeran daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyên li Stenbol û Amedê hatin dayîn de zordariyên li ser ajansê bi tundî hatin şermezarkirin. Midûra Berpirsyar a Karên Nivîsê ya DÎHA'yê Devrîm Goktaş destnîşan kir ku ew dê xebatên xwe bi baweriyek mezin bimeşînin û xwest ku di zûtirîn demê de nûçegihanên wan serbest bên berdan.

Daxuyaniya li Amedê li Loqala Sendîqaya Rojnamegerên Başûrê Rojhilat pêk hat. Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê parlementerê Amedê Selahattîn Demîrtaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Rêxistina DTP'ya Amedê Nejdet Atalay, Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu, Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Serhat Eren, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Alî Oncu, Cîgira Serokê Giştî ya ÎHD'ê Reyhan Yalçindag, Nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Mihdî Perînçek, Serokê Sendîqaya Rojnameyên Başûrê Rojhilat Faruk Balikçi, nûnerên Navenda Çand û Hunerê ya Firatê (DFKM), Nûnerên TMMOB'ê, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abdullah Karahan, Serokê Daîreyan ên Şaredariya Bajarê Mezin, Şêwirmendên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Alî Akinci, Cîgirê Serokê Şaxa EMO'yê ya Amedê Îdrîs Ekmen, ji Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Servet Denîz, nûnerê rojnameya Azadiya Welat Yaşar Eroglu, Hunermend Farqîn, nûnerê Komeleya Sarmaşikê, nûnerên çapemeniyê yên Şaredariya Bajarê Mezin Amedê û şaredariyên qedemeyên rajêrîn û çapemeniyê, gelek rojnameger û xebatkarên ajansê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê ajansê ji edîtorên ajansê Ertuş Bozkurt daxuyanî xwend û balkişand ser zordariyên li ser ajansê. Bozkurt bi gotina, "Divê îro me bi we re, nûçe bişopanda, lê mixabin em neçar man ku ji bo parvekirina pêkutiyên di demên dawî de li hemberî saziya me û hevalên me zêde bûne, derkevin pêşberî we" dest bi axaftina xwe kir û der barê  DÎHA'yê de agahî dan. Bozkurt bi bîr xist ku DÎHA 2002'yan de hatiye avakirin û wiha dom kir: "Ajansa me ji bo pêşketina demokrasiyê, parastina maf û azadiyên mirovan, ji bo civak der heqê pêşketinan de bê kêmasî bê agahdarkirin, xebatên xwe bi slogana 'Ji rastiyan tavîz nayê dayîn' meşand."

Bozkurt li ser zordariyên li ser wan agahî da got: "Ligel bi dehan zordarî, binçavkirin û girtinan, herî dawî di 22'yê adarê de li Wan, Culemêrg, Gever, Sêrt û Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê rastî mudaxeleyan hatine. Di van bûyeran de û piştî van bûyeran, hevalên me hatin derbkirin. 4 hevalên me hatin binçavkirin. 3 hevalên me hatin girtin. Hevalên me, bûyerên Newrozê bi hemû zelaliya xwe nîşanî raya giştî dane, loma hatine girtin. Ger ku ev girtin encama nerazîbûna li hemberî ragihandina bûyerên Newrozê ya ji bo raya giştî ya cîhanê be, em dixwazin bipirsin; Ew dîmen derketibin holê, berpirsyarên wê em in?"

Ertuş Bozkurt ragihand ku heta niha di demên cuda cuda de nûçegîhanên ajansê yên bi navê Ruştu Demîrkaya, Bîrol Duru, Evrîm Dengîz, Nesrîn Yazar, Haydar Haykir, Siddik Guler, Mehmet Alî Ertaş, Murat Kolca, Ersîn Çelîk, Alî Buluş, Mehmet Karaaslan, Faysal Tunç, Behdîn Tunç hatine girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serî de hûn hempîşeyên me, divê bihîstiyar bin. Em bang li rayedaran jî dikin ku nûçegîhanên me yên girtî ne, bêne berdan. Em bi vê munasebetê, dixwazin ku careke din jî diyar bikin ku em ê ji rastiyên ku hinceta avabûna saziya me ne û ji etîka nûçeyê, tu car tavîz nedin."

Demîrtaş: Emê mijarê bibin meclisê

Di civîna çapemeniyê de Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Selahattîn Demîrtaş jî zordariyên li ser DÎHA'yê şermezar kir û got: "Li welatekî demokratîk ev pêkanîn nayên qebûl kirin û li dijî hiqûqê ne. Ji pêkanînên li hemberî DÎHA'yê jî derdikeve holê ku ev pêkanîn li gorî tu maf, hiqûq, doz û demokrasiyê nîn in. Ev zordariyên li ser DÎHA'yê rewşek hemû civakê eleqedar dike û li dijî hemû raya giştiye ne. Ev zordariyek li hemberî hemû civakê ye. Ev binpêkirina hemû mafên civakê ye. Lê mexdûrê vê yekê yê ewil jî DÎHA ye. Ev hevalên me ji bo bûyerên girîn ên li herêmê pêk tên bi raya giştî re parve bikin, dixebitin û kedê didin. Ligel hemû zordariyan vê xebatê dikin û ji ber vê yekê em wan pîroz dikin."

Demîrtaş balkişand ser berpirsyariya hikûmetê jî û wiha got: "Wekî mijarên din hikûmet di vê mijarê de jî polîtîkayek durû dimeşîne. Azadiya çapemeniyê bi azadiya çapemeniya mûxalîf tê pîvan. Tirkiye niha di rêzê de ketiye bin welatên Afrîqayê jî. Azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ji holê hatiye rakirin. Em wekî DTP'ê dê her tim piştgiriyê bidin çapemeniya mûxalîf û li cem DÎHA'yê bin. Em dê vê mijarê wekî berî niha jî cardin bibin rojeva meclisê. Ji bo DÎHA û çapemeniya muhalîf bikaribe karê xwe bike em dê hewil bidin."

Baydemîr: Em dê xwedî li wan derbikevin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku zordariyên pêk tên tenê ne li dijî ajansekê ne û ev tişt anî ziman: "Wekî hemwelatiyekî li dijî mafê min ê agahî hildanê ye. Lazim e em hemû li mafê xwe xwedî derkevin. Pîvana demokrasiyê jî ew e ku em li hemberî tiştên li xweşiya me neçe jî rêzê bigirin. Lê ev zext nîşan didin ku nêrîna li dijî cudahiyan helwestek ne demokratîk e. Ez li dijî van pêkanînan im û helbet em dê li DÎHA'yê xwedî dekevin."

'Vê kevneşopiyê bedelên mezin dan'

Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu jî balkişand ser kevneşopiya çapemeniya azad û wiha berdewam kir: "Kevneşopiya ku DÎHA li ser mezin bûye heta niha gelek bedel daye. Hê jî van bedelan dide. Ji bo rastî ragihînin civakê her tim bi fedakarî xebitîne. Hê jî bedelan didin. Niha Huseyîn Denîz, Kemal Kiliç, Burhan Karadenîz, Mehmet Yaşa, Halît Gogun û Orhan tên bîra min. Berê bi bombebaranê dixwestin bi awayeke fîzîkî ji holê rakin, niha jî bi zagonan, bi girtinê dixwazin tune bikin. Em wekî hiqûqmend û Baroya Amedê ji bo DÎHA rastiyan ragihîne raya giştî çi ji destê me bê emê bikin. Em dê li cem DÎHA'yê bin. Ji ber ku xebatên DÎHA'yê pir girîng in. Ji bo civak bizanibe li deverên din çi çêdibe, lazim e DÎHA' hebe. Em dê xwedî lêderketina xwe ya DÎHA'yê bidomînin."

Em ji rastiyan tawîz nadin

Li Stenbolê jî xebatkarên ajansa DÎHA'yê bi armanca şermezarkirina bûyeran li Şaxa ÎHD'ya Stenbolê daxuyaniyek da. Ligel xebatkarên ajansê, nûnerên gelek sendîqayan û rojnameyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Midûra Berpirsiyara Karên Nivîsê ya DÎHA'yê Devrîm Goktaş daxuyaniyek da çapemeniyê û balkişand ser binçavkirin, girtin û zordariyên li hemberî ajansê.

Goktaş daxuyand ku ligel hemû zordariyan dê xebatên xwe bimeşînin û heman metna hatiye amadekirin xwend. Goktaş destnîşan kir ku ew dê xebatên xwe bi baweriyek mezin bimeşînin û xwest ku di zûtirîn demê de nûçegihanên wan serbest bên berdan.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hejmara nû ya Folklora Me derket

ad

'Qeybî dinya ez do rey xwu bidî Kamala Harrise'

ad

Navê wê bes e: Arjantîn

ad

'Govenda Rengên Payîzê' bi vî rengî dibe

ad

Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket

ad

TZPKurdî û KURDÎ-DER'ê êrîşên li dijî saziyên kurdî şermezar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname