Diyarname
Vê hefteyê hindik fîlm derketine pêşberî temaşevanan. Didu ji Tirkiyeyê, sê ji derveyî Tirkiyeyê 5 fîlm li vîzyonê ne. Em "Parasite" derdixin pêş.
Fîlmê "Parasite" (Parazît) ê derhênerê başûrê Koreyê Bong Joon Ho ji nav fîlmên vê hefteyê du gavan zêdetir derdikeve pêş. Fîlmê ku li ser navê Başûrê Koreyê bû berendamê xelata Oscarê, di Festîvala Fîlman a Cannesê de jî bi Xelata Palmiyeya Zêrîn vegeriya mala xwe.
Di fîlm de Song Kang Ho, Jo Yeo Jeong, Park So Dam û Choi Woo Sik dilîzin.
Ki-Taek zilamekî feqîr û betal e. Ew ligel jin, kur û keça xwe li taxeke Seulê ya di bin dagirkeriya kêzikan de ye dijî. Rojek kurê wî Ki-Woo li mala malbateke dewlemend a bi navê 'Park' karê perwerdehiya taybet dibîne. Ewê li wir dersa taybet bide yek ji zarokên malbatê. Û bêyî zêde dem derbas bibe ligel malbata xwe dibe parçeyek wê malbatê.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Terminator: Dark Fate / Derhêner Tim Miller
- Clown Motel: Spirits Arise / Derhêner Joseph Kelly
- Parasite / Derhêner Bong Joon Ho
- Merhaba Guzel Vatanim / Derhêner Cengiz Ozkarabekir
- Araf 3: Cinler Kitabi / Derhêner Biray Dalkiran
Vaye fragmana Parasite:


