Diyarname
Keça kurd ya şêrîn û xweşik Hanar Maulud piştî salekî dîsa roja şemiyê bi dengê xwe yê xemrevînî beşdarî pêşbaziya jîrbûnê ya bi navê “Das Supertalent” a televîzyona alman RTL’ê bû. Hanar ku par jî bi temenê xwe yê 8 salî beşdarî heman bernameyê bûbû û strana Leona Lewis ya bi navê “Bleeding Love” strabû û ji ber detone bûbû, mafê berdewamiya beşdarbûnê winda kiribû.
Lê Hanara vê carê ne bi tenê kenê xwe yê şêrîn lê belê bi deng û performansa xwe ya nû hem dilê temaşevanan dagir kir û hem jî juriya bernameyê kir heyranê xwe. Hanara şêrîn ku bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê ye, vê carê strana Leona Lewis ya bi navê “A Moment Like This” strand. Berî ew dest bi strana xwe bike, ji endamê juriyê Dieter Bohlen ji ber zehmetbûna strandina wê stranê ji Hanarê re bi henekî got: “Gelo te straneke ji vê zehmetir peyda nekir…?”
Dema Hanar ev strana ku ton û zîrektiyeke muzîkî ya teybet jê re dixwaze strand, ew di bin lehiya çepikan de ma. Wê ew qas xweş strand ku endamê juriyê Bruce Darnell got: “Tu li ser riya herî mezin ya biçe serkeftinê yî..” Her wiha Sylvie van der Vaart ya endama juriyê jî kêfxweşiya xwe anî zimên ku Hanar kariye heqê vê stranê bidiyê. Di dawiyê de Dieter Bohlen ji Hanarê re got ku wî bawer nedikir ku ew di nava salekî de ew qasî xwe di pêşdexistina deng de pêş de bibe. Keça kurd Hanar Maulud bi standina dengên her sê endamên juriyê mafê berdewamiya beşdarbûna bernameyê bi dest xist û ev yek jî tê wê wateyê ku emê Hanara xwe hê jî li ser dika “Das Supertalent” a RTL’ê bibînin…
Videoya nûçeyê:
Li ser heman mijarê nûçeya par ya Diyarnameyê: Hanara şêrîn a kurd di RTL’ê de distre


