Hat îdîakirin ku hikumeta AKP’ê dixwaze navçeya Cizîra Mêrdînê û Gevera Culemêrgê bike bajar. Her du navçe jî bi çalakî û serhildanên xwe tên nasîn.
Demek berê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ew ji bo Culemêrg û Şirnexê “xebatek taybet dimeşînin”. Mebûsê BDP’ê yê Culemêrgê Hamit Geylanî diyar kir ku dixwazin bi xebata ji berî hilbijartinê ‘gel bixapînin’.
Li Tirkiyeyê di havîna 2011'an de hilbijartin heye. Partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê jî ji niha de berê xwe da ser xebatên hilbijartinê.
Demek berê Erdogan go: "Em ê ji bo Şirnex û Culemêrgê xebatek taybet bimeşînin.”
Piştî wê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay çû Şirnex û Culemêrgê û got; “Ev xebatên me berfireh in, di vê çarçoveyê de parçeyek ji stratejiyê ye."
Piştî van gotinan bi çend mehan niha rojnameya Milliyetê nûçeyek weşand. Rojname di nûçeyê de dibêje ku dê navçeyên Hezex û Basa yên Şirnexê bikevin ser Cizîrê û wê Cizîr bibe bajarê 82'yemîn ê Tirkiye. Her wiha wê naçveya Şemêzînan ya Colemêrgê bikeve ser Geverê û ew jî bibe bajarê 83'yemîn ê Tirkiyeyê. Jixwe Tirkiyeyê "ji ber ewlehiyê" Êlih û Şirnex jî kiribûn bajar.
Rojname dibêje ku Wezareta Karên Hundir ku xebatên ‘pêşîlêvekirinê’ kordîne dike, dest bi xebatên zagonî kiriye û Serfermandariya Giştî jî vê yekê baş nirxandiye.
Mebûsê BDP’ê yê Culemêrgê Hamit Geylanî ji bo ANF’ê axivî, sal kişand ser gotinên ku ku ji berê jî gotine wê Şirnex û Culemêrgê pêkanînên taybet hebin û wisa got: "Hikûmetên wekî AKP’ê yên li dij-demokrasiyê ji berî hilbijartina van tiştan dikin û dixwazin ‘gel bi van bixapînin’ û bal kişand ku gotinên ku dibêjin wê Erdîşê bikin bajar û nahiyeya Derecik a ku ji cerdevanan tije ye ya Şemêzînan jî bikin navçe. Dixwazin bi vana gel razînin û bixapînin”
Di dawiyê de Geylanî wisa got: "Tiştê ji bo me girîng 'Bê ferq û cûdahî, aştî û demokrasî, serdestiya hiqûqê heye an na ye.' Ger ev yek ji bo gel xizmetê bike ew ê li dijî dernekevin lê ferasata ku herêmên ser sînor dike cihê yekîneyên leşkerî nayê qebûlkirin."


