Diyarname
Di 16'emîn salvegera mirina Aramê Tîgran de ew li gelek bajarên kurdan tê bibîranîn. Duh li Qamişlo, îro li Amed û Stenbolê bi çalakiyan hunermend Tîgran hat bibîranîn.
AMED
Komeleya Çandê ya Dîcle û Firatê, bi hevkariya KASED û Ma Muzîkê konsera bîranînê ya ji bo Aramê Tîgran li dar xist. Çalakî li salona Çand Amedê ya li Yenîşehîra Amedê li dar ket.
Gelek humermend derketin ser dikê û stranên Aramê Tîgran stran.
Ji bilî stranan sînevîzyoneke li ser Tîgran jî hat nîşandayîn. Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê Celal Ekîn axaftina destpêkirina şevê kir, Tîgran bibîr anî û got: “Aramê Tîgran êş û daxwazên xwe di stranên xwe de anîne ziman.”
Aramê Tîgran berî mirinê wesiyet kiribû ku cenazeyê wî bibin Amedê, lê dewleta Tirkiyeyê destûr nedabû, Ekîn ev yek bibîr anî û got ku çawa wesiyeta Eyşe Şanê bi cih anîne û ew anîne Amedê, ew hêvî dikin ku di kurtedemê de cenazeyê Aramê Tîgran jî bînin Amedê.
STENBOL
Konfederasyona Komeleyên Rojhilat-Başûrêrojhilat (Dogu-Guneydogu Dernekleri Konfederasyonu) li avahiya xwe ya li Bahçelievlera Stenbolê çalakiya bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de piştî nîşandayîna sînevîzyonê, Zînê Koçber, Evîn Sindî, Hesen Sîpan, Şahîn Farqîn, Koma Vora, Sterken Azadîyê, Nuranî Dûrwelat, Îbrahim Botan, Evînên Rêzan derketin ser dikê û stranên Aramê Tîgran stran.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Hunermend Aramê Tîgran li Qamişloyê hat bibîranîn
- Ji bo bîranîna Aram Tîgranê şahiyeke li dar dikeve


