Diyarname
Akademiya Nobelê dest bi eşkerekirina Xelatên Nobelê kir; pêşî Xelata Nobelê ya Tibê eşkere kir. Li gor daxuyaniya hate belavkirin Xelata Nobelê ya Tibê dan du zanyarên amerîkî David Julius û Ardem Patapoutian. Herduyan germbûn û reseptora destdanê kifş kiribû.
Juriyê di daxuyaniya belav kirine de eşkere kir ku bi "Kifşên şoreşger" germ, sar û bi quweta mekanîk em çawa dinyayê hîs dikin û xwe lê tînin; di vî warî de hişyariyên tûreyên ('sinir') me çawa dest pê dikin, kirine ku em wan fêm bikin.
David Julius ê 65 salî ku li Zanîngeha Californayê dixebite 'kapsaisin' ê ku di dema xwarina îsotê tûj de çawa dibe sedema hesta hîskirina tûjiyê bikar aniye û ew di sensorê nav çermê me ku li hemberî germê reaksiyonê nîşan dide bikar aniye.
Ardem Patapoutian ê ku li Scripps Research a li Californiyayê profesor e, sînorê sensorê li nav çerm û organan kişt kiriye ku çawa li hemberî dehfdanê pejinkar e.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Va ne hin berendamên Xelata Nobelê ya Aştiyê