Diyarname
Dayika Emîne Şenyaşar ligel kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê "Nobeta Edelatê" didomîne. Heta niha ji parêzeran, siyasetmedaran gelek kes çûn serdana wan û piştgiriya xwe eşkere kirin. Niha straneke li ser wan hat çêkirin û li ser youtube hat belavkirin.
Stran ji aliyê Rotînda û Kasim Taşdogan ve hatiye amadekirin. Gotin û muzîka strana bi navê "Xem Neke" aîdê hunermend Rotînda ne. Can Ozkan li piyanoyê, Bara Erdogan jî li çello daye. Em vê strana wan wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêş kirin.
Kerem bikin:


