Diyarname
Li Beykoza Stenbolê "Fabrîkeya Qundereyan" hebû ku niha ne wekî fabrîke lê wekî platoya fîlman dihat bikaranîn. Îro agir bi wê platoyê ket û şewitî.
Plato li gundê Yalikoy ê bi ser Beykozê de ye bû. Nîvro jî agir pê ket. Gelek erebeyên îtfaîyeyê berê xwe dan wir. Şewak li qadek 500 metrekareyê çêbû û amûrên ji dar ên li fabrîkeyê şewitîn.
Sedema şewatê nayê zanîn.


