Diyarname
5'emîn FesTîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî bi merasimek dest pê kir. Festîval îsal paranstina jîngehê û metirsiya li ser jîngehê kiriye mijara sereke.
Merasima destpêkirina festîvalê li Hola Talar a Hunerê dest pê kir. Fîlmê derhêner Dana Kerîm ê bi navê "Mala Daliya" wekî fîlmê destpêkê hat nîşandayîn.
Îsal ji 35 welatan bi giştî 143 fîlmên hene. Ji van 116 fîlm di beşên pêşbaziyê de ne. Ji fîlmên têne nîşandayîn 57 jê derhênerên kurd in. Di dawiya festîvalê de fîlmên ku bi ser bikevin dê bi merasimekê bêne xelatkirin. Di warên cur bi cur de festîval 18 xelatan belav dike.
Festîval heta 23'yê mehê li dar e. Fîlm her roj di saetên 15.00 û 20.00'an de li City Sînemayê dê bêne nîşandayîn.
NBC MÊVAN E
Di festîvalê de ji bilî nîşandayîna fîlman, atolye ^usemîner jî li dar dikeve. Yek ji wan jî bi beşdariya derhênerê tirk Nuri Bilge Ceylan e. Ceylan 19'ê mehê saet 11.00'an de dê kursem pêşkêş bike. Ji bilî Ceylan, ji sînemaya Îran û Hindistanê jî derhêner dê li festîvalê amade bin.
Par ji ber vîrusa koronayê festîval nehatibû li dar xistin û ji bo îsal hatibû bi paş xistin.


