Diyarname
Festîvala Gerok îsal li Enqere, Sînop û Îzmîrê li dar dikeve. Digel nîşandayîna fîlman, ‘Bihara Ereban’, panel, gotûbêj, masterclass, hin beşên festivalê ne.
Komeleya Sînemayê ya Enqereyê îsal 17’emîn car Festîala Gerok li dar dixe. Festîval îsal di navbera 2-8’ê berfanbarê de li Enqereyê, 9-12’yê berfanbarê li Sînopê û di navbera 14-18’ê berfanbarê jî li Îzmîrê li dar dikeve. Di nav bernameya li Enqereyê xebatên atolyeyan, panel hene ku hemû bê pere li Navenda Çanda Alman li dar dikevin.
Di beşa “Bihara Ereban” de digel nîşandayîna fîlman bi beşdariya Can Ertuna, Emrah Goker, Foti Benlisoy, Koray Loker mijara “Bihara Ereban” dê bê nîqaşkirin (3 berfanbar, saet 18.00). Di gotûbêja “Hişyarî: Kişandina bernameyê heye!” de Ceylan Ozçelik (4 berfanbar, 14.30) dê biaxive. Prof. Dr. Korkut Boratav, Doç Dr. Ahmet Haşim Kose û Dr. Serdal Bahçe jî dê li ser têgeha “Çîn”ê biaxivin
Di atolyeya senaryoyê de jî dê Ersan Ocak, Okan Cem Çirakoglu û Ozcan Yagci wê di bin sernavê “Di senaryoyê de karakter, diyalog, lîstik” de dersê bidin. (5 berfanbar, 18.00)
Di “Masterclass” de jî Mieke Bal dê li ser fîlmê xwe biaxive.(6 berfanbar, 16.30)
Ji bo kesên eleqedar:
http://www.gezicifestival.org


