logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
news-details

Swêdê mafê daniştinê da serleşkerê kîmyayî yê Sedam

Li gorî ku Dezgeha Mafên Mirovan a li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK’ê îro ragihand, Swêdê mafê daniştinê da Mihemed

  • Dîrok: 04/05/2010
  • Beş: Nûçe

STOKHOLM

Li gorî ku Dezgeha Mafên Mirovan a li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK’ê îro ragihand, Swêdê mafê daniştinê da Mihemed Kemal Abid ê serleşkerê Sedam Huseyn. Li ser vê rûdanê, îro şandeyeke CHAK’ê ya ji Cîgirê Serokê Giştî Gabar Çiyan, Serokê CHAK-Swêdê Qadir Nadir û hiqûqnas û rojnameger Şîlan Seîdî pêk hatî, bi şêweyekî fermî serî li Daîreya Polîsên Giştî yên Ewlekarî û Tawanbarên Giştî ya Swêdê da. Şandeyê li ser navê CHAK’ê belge pêşkêşî daîreyê kirin û li dijî serleşkerê Sedam ê ji çekên kîmyayî berpirs doz da dest pê kirin.

CHAK’ê da xuyakirin ku peymana qedexekirina bipêşxistin û bikaranîna çekên kîmyayî li cîhanê girîng e û hejmareke bilind ji welatan îmze kiriye û wiha berdewam kir: ”Ev aliyekî pirsê ye. Aliyê din, pêvajoya girtin û cezakirina kesên tawanbar e. Kesên ku çekên kîmyayî bi zanatî û ji bo jenosîda neteweyên din bi kar anîne, divê bê ceza nemînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Mihemed Kemal Abid ê mafê daniştinê ji Swêdê wergirtî, di dema rejîma Iraqa berê de serleşkerê Sedam Huseyn bû û hate bibîrxistin ku ew endamê Partiya Beas bûye, di bipêşxistina çekên kîmyayî û nûkler de, li Iraqê, rola wî sereke bû, mirov dikare bibêje, wekî ew heta ciyekî di asta yekem de ji wan çekan berpirs bû.

Daxuyaniya dezgehê dibêje, ew çekên kîmyayî yên ku bi destê Abid hatibûn bipêşxistin, di 1977-78’an de, di komkujiya Enfal û Helebceyê de, li dijî gelê Kurd bi zanatî hatin bikaranîn, bi deh hezaran Kurd hatin kuştin, birîndar bûn û seqet man, bi deh hezaran Kurdan jiyana xwe li xerîbiyê derbas kir.

CHAK dide xuyakirin, tevî rabirdûyeke wiha, ku rola vî kesê ev maf ji Swêdê wergirtî tê de sereke ye, serleşkerê Sedam Huseyn, serleşkerê Beasî, Abid, ji bo mafê penaberiyê hate Swêdê û di 20’ê Sermaweza 2009’an de, ji Daîreya Penaberan-Migrationverketê mafê penaberiyê wergirt.

Dezgeh dibêje, ev biryar şaş e û ji ber hincetên ku li jêrê hatine rêzkirin, pêwîst e Swêd li ser vê biryarê ji nû ve kûr bibe:

- Bê guman e Swêd ji bo peydakirina zanyariyên li ser kesên mîna Abid, zîrek e. Dema ku bixwaze, dikare ji Hukimeta Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê zanyarî û belgeyên li ser Abid dabîn bike. Lê ji Swêdê re pêkanîna lêkolînek û hewildaneke wisa zêde nehate rojevê.

- Armanca Sedam Huseyn a ji bo bipêşxistin û bikaranîna çekên kîmyayî û nûkler baş tê zanîn. Mirov dizane, ku li Îraqê 20 hezar Kurdên Feylî bûne qurban ji bo bipêşxistina çekên kîmyayî. Ango Sedam çekên kîmyayî û yên giran li ser Kurdan ceribandiye.

- Ceribandina çekên kîmyayî ji aliyê pispor û çêkerên çekan ve tê raçavkirin. Ango kesên ku wan çekan bi pêş dixin, mirovên ku dibin qurban bi xwe hildibijêrin û li ser wan bi kar tînin.

- Sedam Huseyn, ji bo tevkujiyê, çekên kîmyayî di şerê Iraq û Îranê de ceribandiye û li dijî kurdan gelek caran bi kar aniye. Ceribandin her dem di raçavkirina pisporan de û bi pêşniyarên wan bûne.

Dezgehê ragihand, ku di vê çarçoveyê de, mirov bê şik e Mihemed Kemal Abid, ne bi tenê çek bi pêş xistine, wî di ceribandina çekan de rol girtiye û ji bo ceribandinên nû yên li ser mirovan rol girtiye. Hate gotin, ku Abid endamê Partiya Beas e, ew serleşker e, mîna gelek serleşkerên Sedam, divê Abid jî li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyayî û ceribandina çekan li dijî xelkê sivîl bibe ciyê lêkolînê.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHAK’ê, Gabar Çiyan, li ser pirsê dîtina xwe wiha derbirî: ”CHAK hevkara Dadgeha Navneteweyî ya Tawanbarên Şer e. Di vê çarçoveyê de, kujerên tevkujiyê têne tesbîtkirin û li dijî wan, li welatê ku lê ne doz têne vekirin. Dema ku encam neyê bidestxistin, em pirsê dibin ber destê dadgeh û dezgehên navneteweyî.”

Çiyan her wiha got, “Pêvajoya li dijî Abid dest pê kiriye. Divê îfadeya wî ji aliyê Dadgeha Tawanbarên Tevkujiyê ve bê girtin. Xelatkirina kesên wisa bi mafê penaberiyê, cesaretê dide kesên qesas. Swêd ji bo pirsên mafên mirovan welatekî nasraw e. Biryara Swêdê ya der barê Abid de ne ciyê famkirinê ye û çênabe bê pejirandin”.

Ji ANF'ê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 22 04 2026

Hozan Şiyar hat bibîranîn

news
  • 21 04 2026

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Nijadperestan êrîşê nûçegîhanê DÎHA'yê kir

ad

‘Li nav kurdan dîplomasî’ derket û li Fûarê ye

ad

‘Li Başûr asta xwendin û nivîsînê ketiye'

ad

Kovara Time texmînên Oscarên îsal eşkere kirin

ad

Belgefîlmê wê jî tê kişandin

ad

Çîroka herî kin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname