Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha sermawezê eşkere kir. Ji mehên borî cudatir vê mehê tenê lîstikek di nav bernameyê de heye: "Dek û Dolabên Scapen". Lîstik dê 4 caran bê lîstin. Rojê 4 û 5’ê mehê û rojên 25 û 26’ê mehê dê lîstika "Dek û Dolabên Scapen" saet 19,30 de bê lîstin.
DIÇE ÎZMÎRÊ
Li aliyê din heman lîstik vê mehê diçe Îzmîrê jî. Li gor bernameyê lîstik 13’yê mehê li Navenda Canda Nazim Hîkmet dê du caran, di seansên 15.00 û 20.00 de derkeve pêşberî temaşevanan.
LÎSTIKA MOLIERE
Lîstika nivîskar Moliere ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin û derhêneriya wê Ozcan Ateş kiriye. Di lîstikê de Yavuz Akkuzu, Sena Ozbey, Şahabettin Dag, Erdal Kaya, Şahperi Alphan, Ozkan Şeker, Nurşen Adiguzel û Sadettin Înal dilîzin.


