logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

30 sal, weşandina hemû berheman û 5 berhemên nû

  • Dîrok: 10/08/2023
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz

Tiştek xweş e hemû pirtûkên mirov ji cihek derkevin ku xwendevan bi rehetî bikaribin xwe bigihînin wan. Tiştek xweş e mirov 30 salên xwe bide zimanê xwe. Û helbet tiştek xweş e weşanxane di 30 saliya nivîskariya mirov de hemû pirtûkên mirov çap bike ligel hinên nû, bi çapa yekemîn. Em qala nivîskar Cîhan Roj  û pirtûkên wî dikin.

Biryar ew bû Weşanxaneya Peywendê îsal ji bo 30 saliya nivîskar Cîhan Roj hemû pirtûkên wî çap bikin. Di nav de hinên nû jî. Ev biryar hate cih. Pêl bi pêl dest pê kirin. Ev xebat dom dike ku niha di vê çarçoveyê de 5 pirtûkên nû, bi çapa xwe ya yekemîn jî derketin. Ev pirtûkên Cihan Roj ku bi çapa xwe ya yekemîn derketine didu jê roman, yek helbet, yek çîrok e û yek jî nirxandina ser edebiyatê ye.

“7 AV 7 AGIR 7 DERΔ

“7 AV 7 AGIR 7 DERΔ navê romana nivîskar Cîhan Roj e ku yekem car çap bûye. Cîhan Roj ku di romanên xwe yên berê de cihên wekî Heskîf, Bedlîs wekî mekan bikar anîbû, di vê romanê de Mêrdîn ku bi salan lê maye, ligel Amedê wekî mekan hilbijartine. Di wê romanê de karakter pirsa “Gelo wê kî bihêle ez ji wan hez bikim?” dike û bi vê pirse dikeve dû têkilî û hezkirinên muhîm  ên li nav jiyanê. 

Roman wisa dest pê dike, “Roja ku Jînayê gotinekê ji nav jîyana xwe dibêjere û dibêje, gelo wê Sîyar bihelê ez jê hez bikim, wê rojê û wê şevê, hay jê çêdibe bê ew li çi digere!” 

Di romanê de li hêlek mekan û şert û rewşa jiyana li mekanan tê nîşandayîn û pê re bi bîra xwendevanan tê xistin bê di rewşên bi pevçûn de mirov çiqas hewl bidin hez bikin jî hezkirin ne ew rastî ye tenê bi gotinan were jiyîn. Jîna wekî jinekê ew qas ji xwe bawer ku wê li gorî şert û şûrtên tên hêvî kirin wê hez bike lê a muhîm ne hewla wê ye, a muhîm ew e bê ka kesek wisa hebe ku bihêle mirov jê hez bike! Di romanê de lêgerîna li kesekî dibe sebeb ku rastî gelek kesên cuda bê, jiyan û karakterên nû binase.

“ARMONÎKAYA HÊŞÎN”

“Armonîkaya Hêşîn” navê romana din a Cihan Roj e ku ew jî yekem car çap bûye. Di romanê de karaktera sereke Polîşan e. Polîşan ji malbateke paşazade ya kurd e ku hatiye sirgûnkirin. Malbata wê di heman demê de bi edebiyat û hunerê re eleqedar bûye. Polîşan bi kesekî tirk ê alîgirê laîkiya hişk e bi wî kesî re zewiciye, pey re dev ji hev beredane. 

Fesîh Mûşî ye. Wexta wextê bavê wî Mehdî Zana wekî mînak bo wî nîşan daye. Fesîh terzîtî dike. Şîret û hêviyên bavê wî di bîra wî de ne. Ew hewl dide bi xwendin, lêkolînan pêş ve biçe, vegere welatê xwe û bibe şaredar. 

Polîşan bi dansê hewl dide bibe mîna Leîla Bedirxanê, Fesîh jî hewl dide bibe mîna Mehdî Zana. Wexta Fesîh diçe sahafan û tê, li wir jî tabloyên jiyana rojane ya polîtîk ya vî welatî û ya jiyana hin çepgiran ya dema me tê rojevê. Lêgerînên Polîşan û Fesîh dewam dikin. Heya rêya Polîşanê bi Wanê dikeve. Li Wanê Polîşan rêya xwe dibîne, guherîneke mezin lê diqewime.

“ASÊ”

“Asê” navê pirtûka helbestan a nû ya Cîhan Roj e. Bi çapa xwe ya yekemîn li pêşberî xwendevanan e. ASÊ bi temaya hezkirinê hatiye nivîsîn. Nivîskar Roj di vê dosyayê de bi temamî ji alî şiklî ve hewl daye metnên dengbêjiyê bi derfetên helbesta modern re biceribîne.

Ji destpêka kitêbê: “Dibêjin, çîrokên hezkirinê ên bi sewt, di şîyîrên vî zimanî de, mohr lê şikestî ne…”

“DEMA KULÎLKAN”

“Dema Kulîlkan” pirtûkek çîrokan e. Ji pirtûkên çîrokên ên Cihan Roj “Meyman”, “Deriyê Çîrokê” û “Sehne”yê neqandinek hatiye çêkirin û ev pirtûk jê hatiye sazkirin. Di pirtûkê de 36 çîrok hene.

“EDEBÎYATA MODERN A KURDΔ

“Edebiyata Modern a Kurdî” pirtûka Cihan Roj a li ser edebiyatê ye. Di pirtûkê de gelek nivîsên wî yên li ser wêjeyê hene. Çend hevpeyvînên ku pêre hatine kirin jî di pirtûkê de hene. 'Rewşen û 'Nifşê Nodî', 'Şêroşê Biro, Kandisky û Foucault', 'Di Memê Alan de bi dilan tê sond kirin', 'Konferansa nivîskaran a li Îzmîrê', “Mehmed Uzun: Çîrokeke Dirêj A Nivîskarîyê’, ‘Edebîyata Ku Li Demsala Xwe A Pêncemîn Digere’, “Oryantalîzm û felek, temsîlîyet û metnên saf’ hin nivîsên di vê pirtûkê de ne.

‘EZ KÊFXWEŞ IM’

Cihan Roj li ser meseleyê wisa dibêje, “Ez kêfxweş im ku di sî saliya nivîskariya xwe de, bi hemî berhemên xwe ez ligel  Peywendê dimeşim. Min bi xwendina xwe a romaneke Anatole France re ferq kiribû jiyana ku ez li pey im, jiyana ku bo gelek xewn, xeyal û pirsên min dibe bersiv jiyana di edebiyatê de ye. Wê rojê ez bûm xwendevanek her û her ê edebiyatê û peyder pey xeyalên nivîskariyê bo min. Wekî xeyalên herî muhteşem şikil digirtin û sala 1993’yan wekî dîrokeke herî mihteşem a ji jiyana min e ku di wê dîrokê de min bi zimanê xwe dest bi nivîsînê kir.”

‘ROMAN NAVENDA NIVÎSKARIYA MIN E’

Cîhan Roj bi helbest û çîrokê dest pê kiriye. Jixwe yekem pirtûka wî jî wekî helbest hatiye çapkirin. Dûre çîrok û piştî wê jî roman hatin. Di 15 salên dawî de piraniya berhemên wî ku derketin roman in. Li ser vê pirsa me dibêje, “Wexta derbasî romanê bûm min bi gelemperî dest ji nivîsîna çîrokan kir çimkî roman wê derfetê dide ku meriv karibe her çîrokê li gorî hezmkirina romanê bikar bîne. Çendî caran min got ez ê nema şiîran binivîsînim lê her carî hest an jî sebebên cuda bûn sebeb ez di navberê de helbestan bo xwe lê bikim, peyre jê gelek bûn pirtûk. Ez nema êdî qerarekê bo şiîrê digirim lê karê ku li navenda nivîskariya min e roman e, heta romanan binivîsînim ez ê çîrokan nenivîsînim.”

Hemû pirtûkên Cîhan Roj:

- Ratîka (Helbest), Weşanên Sî, Reşemî 2002

- Meyman (Çîrok), Weşanên Lîs, 2006

- Aqil Diçe Sewda Dimîne (Helbest), Weşanên Do, 2008

- Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weşanên Do, 2008

- Meşa Moriyan (Roman), Weşanen Evrensel, 2011

- Perde (Roman), Weşanên Na, 2012

- Sehne (Çîrok), Weşanên YNKD, 2013

- Serkêş (Roman), Weşanên J&J, 2014

- Gîtara Bê Têl (Çapa duyem a Gîtara Bê Têl-2009), Weşanên J&J 2014

- Hurcahil (Roman), Weşanên J&J, 2015

- REŞ (Roman), Weşanên J&J, 2015

- AV Û BERF (Helbestên bijare), Weşanên J&J, 2018

- MALA BAZ (Roman), Weşanên J&J, 2018

- ŞEŞAQIL (Roman), Weşanên Lîs, 2021

- ŞAYÎR Û DEFTER (Helbest), Weşanên Peywend, 2023

- EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ (Wêje), Weşanên Peywend, 2023

- ARMONÎKAYA HÊŞÎN (Roman), Weşanên Peywend, 2023

- DEMA KULÎLKAN (Çîrokên bijare), Weşanên Peywend, 2023

- SOM MAVÎ (Oyku), Weşanên Peywend, 2023

- ASÊ (Helbest), Weşanên Peywend, 2023

- 7 AV 7 AGIR 7 DERÎ (Roman), Weşanên Peywend, 2023

Pirtûkên Hatine Wergerandin:

- MAHRUM (bi tirkî; wergera romana “Perde” ye), Weşanên J&J, Adar 2017


***

DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA WE BIKIŞÎNIN (Lînkê bitikînin):

- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket

- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir 

- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

- Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye

- Pêşbaziya Huseyîn Çelebî kete 30 saliya xwe

- Agahiyên nû li ser TUYAP'a îsal

- Ji bo zarokan şerê Gîsko û Sibatê

- Pêşbaziya Kurtefîlman 'Qeyrana Avê'

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 


 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Wenger bi merasimek mezin hat oxirkirin

ad

"Dotmam" hat kişandin

ad

Derhênerên kurd jî diçin Berlînaleyê, bername eşkere bû

ad

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêşniyarên HDP'ê

ad

Facebookê ji Trump re got tu kî yî?!

ad

Îfadeyên lîstikvan Melisa Sozen girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname