Diyarname
Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê agahiyên nû yên li ser îsal belav kirin. Mêvana Rûmetê ya îsal nivîskar Nermin Abadan Unat e.
Fûara pirtûkan a herî mezin a Tirkiyeyê li Stenbolê li dar dikeve. Fûara ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organizekirin îsal dê di navbera 28'ê kewçêrê û 5'ê sermawezê li dar bikeve. Fûara ku îsal 40'emîn sala xwe pîroz dike, li bendê ye ku li dor 1000 weşanxane û saziyên sivîl bike mêvan.
Fûarê niha mijara bingehîn û Nivîskara Rûmetê eşkere kir. Li gor agahiyên ku TUYAP'ê dane me îsal dê mijara wan a bingehîn ji bo 100 saliya Komara Tirkiyeyê "Bijî Komar" be. Fûar ku her sel kesek dike Mêvanê/a Rûmetê îsal wekî Mevana Rûmetê jî navê nivîskar Nermin Abadan Unat diyar kiriye. Di vê çarçoveyê de dê çalakî bêne li dar xistin.
UNAT KÎ YE?
Nivîskara Rûmetê Nermin Abadan Unat li Viyanayê hatiye dinê. Wê di sala 1944'an de li Stenbolê Zanîngeha Hiqûqê xwendiye. Li Enqereyê piştî xebata di Rojnameya Ulus de wekî yekem jina asîstan li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dest bi kar kiriye. Paşê di sala 1955'an de "Komuoyu ve Etki Alani" teza xwe ya doktorayê amade kiriye. Unat paşê xebata doçent û dûre jî ya profesoriyê kiriye û di sala 1962'yan de pênaseya profesoriyê girtiye.
PIRTÛKÊN WÊ
Ew li ser koça tirkan a ji bo welatên derve xebitiye, lêkolîn kirine û bi tirkî, almanî û îngilîzî gotar nivîsîne. Wê heta niha gelek xelat girtine. Heta niha bi tirkî û îngilîzî hin pirtûkên wê derketine ku bi giştî jî li ser karkerên tirk li Ewropayê, li sor koçê nivîsiye, li ser têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê, li ser jinan nivîsiye. Di vê çarçoveyê de yekem pirtûka wê di sala 1955'an de bi navê "Halk Efkari ve Etki Alani" (1955) hatiye weşandin. Herî dawî jî di sala 2015'an de bi navê "Emancipation in Exile" (ligel Grety Mirdal amade kiriye) pirtûkek çap kiriye.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


