Diyarname
Romana "99 Morîkên Belavbûyî" ya Helîm Yûsiv ji bo almanî hat wergerandin û niha yekem car li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfûrtê dê derkeve pêşberî xwendevanan.
SUJET VERLAGÊ ROMAN ÇAP KIR
'99 Morîkên Belavbûyî' di sala 2015'an de ji Weşanxaneya Peywendê derket. Pirtûk ji bo farisî û erebî hatibû wergerandin û niha ji bo almanî jî hat wergerandin. Wergêra swîsrî Barbara Strauli ew ji bo almanî wergerandiye û pirtûk ji nav weşanên Sujet Verlag li Almanyayê derket.
BEXTIYAR ELÎ PÊŞEK NIVÎSÎ
Romanivîs Bextiyar Elî ji bo wergera "99 Morîkên Belavbûyî" a almanî pêşek nivisî ku li ser bergê jî gotina "Bi pêşgotina Bextiyar Elî" hat nivîsandin.
'99 MORÎK LI FÛARÊ YE'
Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfûrtê îsal di navbera 18-22'yê vê mehê dê li dar bikeve. Niha yekem car romana '99 Morîkên Belavbûyî' li pêşangeha pirtûkan a navdewletî ya Frankfurtê li cihê weşanxaneya Sujet Verlagê bê pêşkêşkirin. Nivîskar Helîm Yûsiv jî roja 21'ê mehê saetên 11.30 û 15.00'an li standê amade be û pirtûka xwe ji bo hezkiriyên wêjeyê îmze bike.
LI STANDA BAŞÛR XWENDINA LI SER ROMANÊ
Li fûarê Hikumeta Herêma Kurdistana Federe jî standê vedike. Li vê standa Herêma Kurdistanê jî danasîna romanê dê bê kirin. Romannivîs Helîm Yûsiv roja şemiyê, roja 21.10.2023'yan li standa başûrê Kurdistanê, demjimêr 13.00 heta 13.15 li ser romana xwe dê hem bi almanî û hem bi kurdî biaxive.
EV ZIMANÊ SÊYEMÎN E
Romana 99 Morîk heta niha ji bo erebî û farisî hatibû wergerandin. Ji bo soranî jî hatibû veguhestin. Roman niha jî bo almanî hat wergerandin û bi almanî derket.
Di sala 2015'an de Weşanxaneya Endêşe li Silêmanî Xelata Romanê dabû Helîm Yûsiv. Helîm Yûsiv xelata xwe ji destê Bextiyar Elî girtibû.
***
Hin nivîsên li ser "99 Morîkên Belavbûyî":
- Ezîz Nêmetî: Di '99 Morîkên Belavbûyî' de gelek sembol û statuyên bihêz hene
- Ji Helîm Yûsiv romenek nû: ‘99 Morîkên Belavbûyî’
- Luqman Silêman: Helîm Yûsiv û 99 morîkên belavbûyî
- Kîbar Krîstîn Ozbey: Ji '99 Morîkên Belavbûyî' tiştên ji bo min man
- Helîm Yûsiv: Kurd hemû xwedî pirsgirêkên derûnî ne (Hevpeyvîn: Fêrgîn Melîk Aykoç)
- Helîm Yûsiv: Mirov hemû temenê xwe dide vê romanê
- Çapa nû ya '99 Morîkên Belavbûyî' derket
- Wergêr Xakpûr: Min xwest hevwelatiyên min romana kurdî nas bikin
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.