logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Helîm Yûsiv û 99 morîkên belavbûyî

Dema ku min Romana Helîm Yûsiv ya bi navê "99 morîkên belavbûyî" xwend, ez li pey wan morîkan çûm û her morîkekê ez sipa

  • Dîrok: 23/05/2015
  • Beş: Serbest

Luqman silêman  

Dema ku min Romana Helîm Yûsiv ya bi navê "99 morîkên belavbûyî" xwend, ez li pey wan morîkan çûm û her morîkekê ez sipartim ya dî. Tevlî ku ez negiham dawiya morîkan, ji ber ku ew girêdayî bi jiyan û kêşeya miletekî ve, lê diyare ewî xwestiye, yan ew bi xwe jî wisa ye, jiyana milet û welêt weka wan morîkan bi hev ve girêbide. Ji lewma min nema dizanî, ne ez jiyana xwe dixwînim, ne jiyana penaberekî, ne jî jiyana kesekî windayî ku ew jî weka Azad li ber bayê penaberiyê ketiye.

Roman bi zimanekî xweş hatiye hûnandin. Xwendevan jî bi xwe ve girêdide. Herweha behsa hin mijarên cihê hestiyariyê dike, ku rasterast bi birînên kurdan ve girêdayî ne. Weku mînak, di mijara anîna Ereban de û bicihkirina wan di herêmên kurdan de, ku heta niha wekî birîneke kûre di gewdê miletê kurd de vekiriye, Azad -kesê sereke yê romanê- ji bavê xwe re dibe wergêr. Ji rexê dî ve dema zarokên kurd berê xwe didin dibistanan, ne bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde û mezin dibin. Ew hem di nav pencên tirsê de û hem jî di bin gefê de fêrî wî zimanî dibin. Dibe ku kes hestên wî zarokî nizanibe û bi çi îzayî ew bi zimanekî cuda ji zimanê dê û bavê xwe fêr dibe, ji pêvî wî zarokê ku giyanê wî bi xwe bi vî agirî hatibe sotin. Dibe ev mînak ezmûneya zarotiya nivîskarê romanê bixwe bîne bîra mirov.

Heger ku em werin li ser marê deqdeqî bisekinin, ji xwe ew dîrokeke bi serê xwe ye. Ji ber ku di her kolanê de li ber her firoşgehê û ez dikarim bêjim ku di zikê her mirovekî de marek ji wan maran bi darê zorê hatibû bicihkirin, ji lewma kurdan di nav çar dîwaran de jî nediwêrî ji wan maran li ser rêjîmê baxivin. Ji ber ku rêjîmê nîvê milet li ser nîvê dî kiribû mar û berdabûn kolanên her bajarî. Dema mirov romanê dixwîne hertiştê welêt tê ber çavên mirov; ji anîna Ereban, ji çûna ber bi cîhana zaroktiyê ve û aloziya têkiliya bi dibistanê re. Herweha tirsa ji rêjîmê û windakirina mirovan ta ku gotinek bi tenê ji nav lêvên mirovekî bi şaşî  şemitî be, êdî bi wê gotinê winda dibû û bê ser û şûn diçû. Piştî ku Azad ji bajarê xwe yê biçûçik berê xwe dide zangoyê cardî nivîskar dîmenekî ji rastiya jiyana xwendevanan dide ber çavan ku rêjîma Sûrî û bi çi şêweyî xwe nêzîkî şagirtan dikir û kiryarên wê di derbarê wan de çi bûn. Lê dema ku berê Azad dikeve Ewropayê û hezkiriya xwe ya yekem li şûnwaran dihêle û çawa ji balafirgehê dighê kampa penaberan û jiyana wan çawa û ji ku destpêdike ew jî dîmenek ji rastiya penaberiyê ye. Ji xwe mirovê ku derbasî kampa nebûyî wê jiyanê nasnake, lê dema mirov romanê dixwîne wekî ku mirov derbasî wan kampan bûyî û hinek ji jiyana xwe di wir de qedandibe. Azad yek ji hezarên penabera ye ji hemî welat û mileta yê ku ji welatê xwe bazdidin û xwe li Ewropayê digrin, lê ew nizanin bê zehmetiyên hatinê û bidestxistina mafê rûniştê û jiyan çawa bi rê ve diçe û qelenê mana wan ya li Ewropayê çiye. Ew kesê ku ji welatê xwe berê xwe dide Ewropayê bi hêviya ku cilikek sor jêre were danîn û wê jiyaneke xweş û aram ji xwe re peyda bike tê, lê piştî ku lingê wî dikeve ser axa Ewropayê jiyana wî ji nû ve tevlîhev dibe û nexasim yê ku zû mafê rûniştinê bi dest nexîne. Nivîskar bi zelalî dîmenekî ji jiyana hemî beşên penaberan di romana xwe de, ji xwendevanan re, li ber çavan radixîne. ji lewma mirov dibîne hin ji wan bi dehên salan di kampan de dimînin û aqilê xwe jî winda dikin. Hin jî ji ber mana wan ya dirêj di kampan de û bêhêvîtiyê berê wan dikeve zindanan yan nexweşxaneyan. Nivîskar bi zanebûn ev jiyan di romana xwe de, li ber çavan raxistiye. 

Di wê navberê re Azad wekî ku jiyana xwe ya welêt ji bîr dike û hinekî aram dijî. Lê piştî şoşreşa sûrî destpêdike û welatê wî yê jê bazdaye wêran dibe, xelkên welêt bi qeflan berê xwe didin welatê Azad ê nû. Bi hatina xelkê welatê wî re, wekî ku Azad ji xeweke giran hişyar bibe, hemî birînên ku di laşê wî de qemûşik girtibûn cardî derdibin û qemûşkên salan serê xwe ji nava giyanê aram didin der. Nexasim dema ku ji wan re wergeriyê dike û wî dîmenê welêt tîne ber çavên wî, ji mamostê dibistanê ta bi marê deqedeqî, ta bi yarika wî ya jibîrkirî. Wisa jî li kurê Bêrîvana ku tizbiya bavê xwe jêre kiribû diyarî û wî jî ew diyariya giranbuha weka parçekî ji giyanê xwe parastibû.

Diyare ku Azad nekarî weka mar kevelê xwe li şûna xwe bihêle û lê nebe xwedî, berevajî wê ew li êşa welat û welatiyê xwe dibe xwedî. Ji lewma jî dema ew cara pêşî çav li kurê Bêrîvanê ket, rewşa wî tevlîhev bû cardî vegeriya zaroktiya xwe û bi hemî xweşî û ne xweşiya xwe ve, kete bin barê welêt. Tevlî ku Azad alîkariya kurê Bêrîvanê kir û ew jî anî Ewropayê, lê dizanî ku Ewropa dikare ji bilî rûmetê, hertiştî bide mirovê dev ji welatê xwe berdayî û xwe li Elmanya yan jî li welatekî dî  yê Ewropayê bigre. Ez nizanim mebesta Azad ji anîna Bêrîvanê çi bû. Madem wî hewqasî jê hezdikir, ewê çima wê bîne welatekî ku nikare rûmetê bide mirovekî penaber. Ji ber ku ticarî welatên xelkê nabin welatê mirov. Ji rexekî ve Azad dibêjê kes nikare rûmetê bide mirovekî  ji welatê wî mirovî pêve û ji rexê dî ve Bêrîvana ku li ber dilê wî şêrîn bû anî Ewropayê.

Romannivîs di morîka pêşî de ew mirovê ku hîn me navê wî nedizanî bi destê "xortekî Nazî" hate kuştin, lê vê dawiyê min naskir ku ew kesê porsipî ew bi xwe Azad e, lehengê romanê ye.

Sipas ji Helîm Yûsiv re ku romaneke wisa xweş, bi zimanekî şayîk û bi rehetî tê xwendin û fêmkirin li pirtûkxana kurdî zêdekir.

- 99 morîkên belavbûyî / Helîm Yûsiv Weşanên Peywend / Roman / 2015 / 150 rûpel


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Tirkiyeyê 2 heb Demîrtaş hene, hay jê hebin!

ad

Weşanxaneyên kurdan beşdarî Fûara Stenbolê dibin

ad

Barbarê Kawa Nemir

ad

'Şanoya te hebe dewleta te heye'

ad

Lêkolînek li ser kurdên Kafkasyayê 'Şedadî' derket

ad

'Nazê Nêrgiza Hewşê' hesta 'baş e ez kurd im' da min

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname