Omer Dilsoz
Helbestkar Kawa Nemir, vê carê bi navê “Çavdêriyên Barbarekî” bi pirtûka xwe çîrokan derket pêşberî xwendayên kurd. Ev pirtûka 7 çîrokan li xwe digire, ji Weşanên Lîsê hatiye çapkirin û bi bêhneke fireh mirovî di nav avjeniya zimên de digevizîne.
Tevna çîrokên Nemir, ji çîroka çavdêriyê a li gundekî Serhedê ku em bi tasvîr û vegotina Kawa ya xurt têdigihêjin ew dever e, -jixwe her nivîskar normal e wekî mekan cihê herî baş dinase ji xwe re bike bingeh- dest pê dike, xelek bi xelek ev mekan fireh dibe, digihêje sertar û zozanên çiyê, dibe mêvanê du gerîlayên ku navê wan ê kod bi sernavan tê dayîn, piştre berê me dide Stenbola xopan, li barekî devê Galatayê, em bi çîroka reîsekî masîgir haydar dibin. Xeleka dawîn, êdî Kawa peleke firehtir vedike û êdî lehenga me kesekê înternasyonal e û di têkiliyên navneteweyî de jineke kurd û mêrekî ewropî li ber me ne.
Herî dawîn, Nemir, li pey nemiriyê dikeve û serxweşekî bi rihê Gilgamêş de tîne ser tevna çîrokê û parekî jî birîna ‘neyî û hejariyê’ ku nexweş nikare heqê doktoran a emeliyatê bide, li ber çavên xwîneran radixe.
Hêjayî gotinê ye, Kawa Nemir, dasa xwe baş husî ye û daketiye beyar û dûrîngeh, mêrg û terazina zimanê kurdî ya beyar û bi ziman gêre kiriye. Peyv wekî tejê destê tevnrêsekê, movik bi movik, neqş bi neqş xemilîne û dişêm bêjim, “toz ji meydanê rakiriye” û mêşika gotina kurdî dakuta ye, kiyaye.
Kawa, bi vegotina xwe ya nerm û şayik, xwe berdaye nav şane û demarên kurdî û heta cihê şiyana wî dest didê çûye xwarê, jê ku nîvişkê bi ser dewî bikeve, çîrokine kin lê bi reha xwe heta bi kûrahiyên dîrokê kûr xwe dahêlayê.
Kawa, bo demê jî şûrê xwe rakiriye û di nav demarên efsane û çîrokên ku hişê me yê çandî û neteweyî dinikirînin de, derketiye geşt û seyranekê.
Li vê derê dixwazim serdêrekê dabirim; Wekî ku ji we ve jî eşkere ye û hûn baş pê dizanin, bi giştî li ser edebiyatê du nêrînên berbiçav ên ku qebûla giştî ne, hatine tomarkirin.
Yek ji van çemkan, li ber e ku edebiyatê ji bo civakê, ya dîtir jî edebiyat (huner) ji bo edebiyatê dabêne û li ser wê binemayê datîne.
Çemka yekê, em ê paşê lê vegerin, heçî çemka duyê ye; napirse ka tu çi dinivîsî lê dinêre ka tu çawa dinivîsî. Ew, li pey pirsa “çawa”hiyê ye. Bi çavika wê ve, edebiyat xeml û spehîtiyê li xwe digire û xema wê estetîzm û çawahiya darêtina wê ya li ser deqê ye. Qebûla duyê, berevajî edebiyatê bi bîr û bawerî, îdeolojî û xema civakê re têkel dike û wê bi havênê wê dimeyîne. Li gorî wê, edebiyat, ne tenê ji bo edebiyatê lê ji bo “hişyarkirin, dahêna hişmendî û rakirina ser piyan” a civak û komalê ye.
Vêca gava em di pencereya wan her du çemkan re berê xwe bidine tekst û deqên kurdî bi giştî û edebiyat û wêjeya wê ya ku hêdî hêdî serî dihilîne û şaxan berdide zikê ava xwe, em dibînin ku deqa Kawa Nemir, li ser binemayê xema edebiyatê serî hilandiye lê dîsa jî neşiyaye xwe ji xema civakê vehêle û bêhemdê xwe –herçend mebesta bûyer û çîrokê di bin şîfreyên zimanê xwe de kiribe biveşêre jî- dîsa li vê rastiyê jî aliqiye û wekî wêjevanên dîtir ên kurdînivîs, xema civakê jî daye ser pişta peyva xwe.
Kawa û barbarê wî yê xwe di kozikeke nêzî gund de veşartiye û şahidê serpêhatiyê Selo û bûyerên li deroba wî diqewime, ez bawer dikim ku dê tahmeke xweş ya hingvînî, li ser devê we bihêle û hûn ê digel hatin û çûyînên wî yên bi dem û serdeman re, li ast û rajorên zimanê kurdî melevaniyeke tamxweş bikin.
Kawa, wekî helbestê di çîrokê de jî serkeftiye. Cihê dilxweşiyê ye ku asoya vî zimanî fireh dibe û her roja diçe xemla wê geştir dibe.
Ez digel hindê me ku em vê geşedana kurdî bigihînin derdorê û bala xwendayên kurd bidine ser vê barê. Lê ez ne ligel hindê me ku wekî vê pêlê bûye mode, “hinek radibin hema her tiştê kurdî hate kirin bi ser herdu çavan ragirin, wê wekî –di kurdî de gaveke nû, qonaxeke taze- bidin zanîn û bi awayê pesinandineke zêde rêveneker”, vê riya her ku diçe fireh dibe, berteng bikin.
Heke we hêj ev pirtûk nestandibe, li pirtûkxaneyan bi dest bixin û hinekî di nav gêreya kurdî de li hêma û nîşaneyên Kawayî bigerin.
-heta danasîneke dî-
***
Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di romana kurdî de qonaxeke nû: ‘Meryema’ya Sebrî Silêvanî
- “Zeraq”ê daye Mirina/Kuştina Bêsî
- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’


