logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

KCD-Ewropa ava bû

Di 19'emîn kongreya xwe de KON-KURD'ê biryar girt ku navê xwe bike "Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê" (KC

  • Dîrok: 06/07/2013
  • Beş: Nûçe

PERWER YAŞ - VERVÎERS

Di 19'emîn kongreya xwe de KON-KURD'ê biryar girt ku navê xwe bike "Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê" (KCD-Ewropa). KCD-Ewropa ne tenê ji bo federasyonên komeleyan, di heman demê de wê bibe nûnerê saziyên jin, ciwan, çand û hunerê.

19'emîn Kongreya Konfederasyona Federasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) li bajarê Belçîka Vervîersê îro danê sibê dest pê kir. Ji 12 federasyonan 175 şande beşdarî kongreyê bûn û ji nû ve avabûna KON-KURD'ê hat nirxandin.

Di kongreyê de ji Almanyayê YEK-KOM, ji Fransayê FEYKA-Kurdistan, ji Holandayê FED-KOM, ji Swîsreyê FEKAR Kurdistan, ji Danîmarkayê FEY-KURD, ji Swêdê Konseya Kurd, ji Belçîkayê FEK-BEL, ji Awûstûryayê FEY-KOM û ji gelek federasyonên komeleyan ên ser bi KON-KURD'ê nêzî 300 delege, xebatên salekê yên KON-KURD'ê nirxandin.

NAVENDÊN CIVAKA DEMOKRATîK A KURD WÊ AVA BIBIN

Li dû nirxandinan pêşnûmeya li ser bername û rêziknameya nû ya KON-KURD'ê bi yek dengî hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê, navê KON-KURD'ê bû Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-Ewropa). Hat destnîşankirin ku ev model wê bibe rêxistinbûneke sîwan ji bo hemû tevgerên kurd ên li Ewropayê û temsîkariya KCD-Ewropa bi vî rengî hat ravekirin:

"Ne tenê rêxistina sîwanî ya federasyonên komeleyan, KCD-Ewropa wê bibe nûnerê hemû saziyên jin, ciwan, çand-huner, spor, aborî, pişeyî, bawerî, perwerde, ziman-dîrok, yekîtî, federasyon, însiyatîf û konfederasyonên kurdan ên li gelemperiya Ewropayê. Li her welatî wê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd bên avakirin û li ser vê bingehê ji nû ve bên rêk û pêkkirin. Bi heman rengî, meclis, komele, weqif, yekîtî û însiyatîfên li her welatî, wê xwe li gorî qanûnên wî welatî wekî navendên ser bi civaka demokratîk a kurd bi nav û rêxistin bikin."

NAVENDA WÊ DÊ LI BRUKSELÊ BE

Rêziknameya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê jî bi yek dengî hat pejirandin. KCD-Ewropa wê navenda wê li Brukselê be û nasnameya wê ya sazîbûnê li gorî qanûnên Belçîkayê were destnîşankirin û hewl dide bibe rêxistineke civakÎ ya demokratîk. Di rêziknameya KCD-Ewropayê de bi tu awayî cihêkariya bawerî, netewî û etnîkî nayê kirin û ev made balê dikişînin:

"KCD-Ewropa wê ji bo parastin û pêşvebirina nirxên felsefî, bawerî û nasnameya çandî ya gelê kurd bixebite. Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Danezanên din ên Mafên Mirovan ên Navnetewî, pîvanên gerdûnî yên hiqûqê, azadî û mafên mirovan nas dike û di her şert û mercî de van pîvanan diparêze. KCD-Ewropa saziyeke bi pîvanên hiqûqê, demokratîk, azadîperest û pirrengiyê dilsoz e. Bi awayekî nivîskî û devkî qebûl dike, ku ewê li gel hemû mafan bi taybetî mafên jin, zarok, penaber û koçberan bişopîne û biparêze. Di serî de nijad, zayend û baweriyê, her şêweyê cihêkariyê mehkûm dike.

KCD-Ewropa, ji bo parastin û pêşvebirina mafên çandî, siyasî û civakî yên civaka kurd li Ewropayê, wê li ser bingeha danezanên gerdûnî yên mafên mirovan, qanûnên netewî û navnetewî, hikum û qanûnên demokratîk bixebite. KCD-Ewropa wê berjewendiyên siyasî, civakî û çandî yê kurdên li Ewropayê li dijî hemû sazî û qanûnan biparêze, saziyên bi vê armancê ava bike û saziyên heyî jî xurt bike.

KCD-Ewropa, di serî de zarok û ciwanên kurd ên li Ewropayê ji hemû kurdên li vê qadê dijîn di haya nasname û hebûna xwe de bin û bi nêrînên demokratîk û hemdem mezin bibin, wê têkeve nava hewldanan.

KCD-Ewropa wê ji bo dîrok û zimanê kurdî lêkolînan bike, di vê mijarê de ji bo gelê kurd û raya giştî ya demokratîk çalakiyên mîna semîner, konferans, kurs û hwd. ên hîndekar lidar bixe."

Ji bo endametiya KCD-Ewropayê jî ev xalên di rêziknameyê de bal kişandin: "Hemû federasyon, sazî, yekîtî, weqf, qulûb, navendên civakî, navendên îbadetê û komeleyên kurdistanî yên li Ewropayê ava bûne û ji aliyê meqamên fermî ve hatine erêkirin, dikarin bi awayekî nivîskî serlêdanê bikin û bibin endam."

Kongre, wê bi erêkirina pêşnûmeya plansaziya sala nû, bi dawî bibe.

 

ANF 

 

**

 

Têbiniya Diyarnameyê: Li Bakur jî Kongreya Civaka Demokratîk heye û piraniya sazî û rêxistininên vê derê di bin banê xwe de dihebîne.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hemû maçên Super Lîg 2012-2013'yan

ad

Ji bo ziman stretajiyeke derveyî civaka fermî

ad

Navê komîsyonê diyar kirin

ad

Demirtaş: Di 1'ê sermawezê de emê mehcûb nebin

ad

Êrîşê avahiya DEM Partî ya Sultangazî kirin

ad

Ne şer ne tirsê nekarî bi Fûara Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname