Diyarname
Li Cenevreyê hevdîtinên ji bo aştiyên yên li ser Sûriyê roja 29'ê meha borî hatibûn dest pê kirin lê hevdîtin heta 25'ê vê mehê hatin taloqkirin.
Nûnerê Sûriyê yê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura li ser meseleyê daxuyanî da û got: "Ji hevdîtinên heta niha hatine kirin min fêm kir ku hê gelek tiştên ku divê alî bikin hene. Tenê ji bo hevdîtin bê kirin em ne amade ne ku hevdîtin bikin."
Mistura giot ku ev navber nayê wê wateyê ku dawî li hevdîtinan anîn e û wisa got: "Hêzên gerdûnî û hêzên herêmî di warê meseleyên mirovî de divê bi pêş bikevin. Tiştê ket ser milên me me kir."
Ji bo hevdîtinên Cenevreyê li ser helwdana Tirkiyeyê PYD nehatibû vexwendin, ji Hevserokên Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk Heysen Menna hatibû vexwendin lê hevseroka din Îlham Ehmed nehatibû vexwendin. Li ser vê Menna jî civîn boykot kiribû û neçûbû civînê.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ragihandibû ku civîna kurd têde nîn bin dê bêencam be û ewê encamên civînê nenasin.


