Diyarname
Li gor agahiyên ne fermî li Almanyayê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku serokatiya wê Angela Merkel dike di hilbijartinê de bi ser ket.
Li Almanyayê hilbijartina giştî li dar ket. Li gor hilbijartina sala 2005'an beşdariya gel kêmtir bû. Di encamê de li gor encamên ne fermî CDU û CSU li gor hilbijartina 2005'an 1,7 kêm deng bi dest bixin jî dengên ku girtine bi wan dikarin hikumetê ava bikin. Wan sedî 33.5 denf girt. CDU-CSU ku plan dikin dê bi demokratên lîberal FDP re koalîsyonê çêbikin ku FDP'ê sedî 14,5 deng girtin. Di vê hilbijartinê de FDP wekî partiya ku herî zêde rêyên xwe zêde kirine derket holê. FDP'ê di hilbijartina berî vê de sedî 9,8 deng girtibû.
Hin agahiyên din ên li ser hilbjartinê:
- Sedî 72.5 hilbijêr beşdarî hilbjartinê bûn û dengên xwe dan. Heta niha ev rêjeya herî nizm e ku di hilbijartinan de beşdarî dibe. Di hilbijartina 2005'an de sedî 77.7 hilbijêrî dengên xwe bikar anî bû.
- CDU (Yekîtiya Demokratên Xiristiyan) û CSU (Yekîtiya Xiristiyanên Sosyal) sedî 33,5 deng girtin.
- Partiya Demokratên Sosyal (SPD) sedî 22,5 deng girt.
- Partiya Demokratên Hur (FDP) sedî 15 deng girt.
- Partiya Çep sedî 12,5 deng girt.
- Partiya Keskan sedî 10,5 deng girt.
- Û partiyên din sedî 6 deng girtin.
Li gor van encaman û dîsa li gor agahiyên nefermî
- CDU û CSU 186
- SPD 143
- FDP 95
- Partiya Çep 80
- Partiya Keskan 67 mebûs bi dest xistin.
Li gor van encaman Demokratên Sosyal ji sala 1949'an heta niha encama herî xirab bi dest xistin.
Partiya Keskan û FDP'ê jî di hilbijartina serketina herî baş bi dest xistiye.


