Diyarname
Kovara çandî û hunerî W bi hejmara xwe ya 43’yan derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovarê di vê hejmara xwe de li ser Cizîra Botanê dosyaya xwe amade kiriye. Kesên wekî Bahadîn Robar, Rênas Xendekerî, Ceng Hêvîdar, Hasan Ozguneş, Eg3id Dêrşewî, Mesût Candoruk, Fatih Eren, Bagen Botanî, Esad Botan, Abdulkatir Bingol, Yûnis Das di dosyayê de li ser mijarê nivîs nivîsîne.
Di kovarê de Dilawer Zeraq li ser romana Şener Ozmen "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî" nivîseke nivîsiye û dibêje: "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî romaneke bi ezmûna jiyanê avabûyî" ye.
Ji Occo Mahabad bigire heta Berken Bereh, ji Adar Jiyan heta Feratê dengizî gelek kesî çîrok, helbest û gotar di vê hejmarê de nivîsandine.
Berpirsên kovara W mijarên dosyayên hejmarên pêşiya me jî weşandine û li benda nivîsan in. Edîtoriya kovarê wisa gotiye: "Mijarên dosyayên me li benda ked û xebatên we ne, li gorî bernameya me;
Ji bo hejmara Rezber & Kewçêrê, mijara dosyeyê Aram Tîgran e.
Ji bo hejmara Sermawez & Berfanbarê mijara dosyeyê Sînemaya Kurdan e.
Ji bo hejmara Rêbendan & Reşemiyê mijara dosyeyê Zend û Bendên Kovargeriya Kurdî ye."
Ji bo yên bixwazin bi kovarê re bikevin têkiliyê:
kovaraw@yahoo.com kovarawe@hotmail.com


