Diyarname
Di panela duyemîn a piştî nîvro de muzîkar Nurhak Kilagoz, şanoger Omer Şahin û weşanger Serkan Eker axivîn. Şanoger Şahîn got "Di dema dawî de hemû lîstikên min têde lîstin hatin qedexekirin." Weşanger Serkan Eker jî pirsa 'Çima pirtûkên bi kurdî li pirtûkxaneyên gel tune ne?' kir.
Di vê beşê de rojnameger Nezahat Dogan moderatorî kir û pêşî muzîkar Nurhak Kilagoz axivî. Kilagoz got "Bi Plana Şark Islahatê ev 100 sal in asîmîlasyon li ser kurdan heye û rêxistina kurdan her dijî vê yekê sekiniye û daxwaza wekhevî û azadiyê kiriye."
SALÊN 70'YÎ DE 3 NAV
Kilavuz qala serdemên muzîkê yên Tirkiyeyê, di nav de jî kala serboriya muzîka kurdî kir û gotin anî ser salên 70'yî. Kilavuz got, "Van salan 3 nav derketine. Ali bAran ji ber ku li hemberî dagirkerî strana 'Mirişa Reş' got, sirgûn bû. Dûre Nizamettin Arîç heye. Arîç beşdarî ezmûnên TRT'ê bû, bi ser ket, bû kadro, stran dan hev, lê dema li Agirî ji Arîç xwestin klama 'Ehmedo' beje û wî got, ji kadroya dewletê hat qewirandin. Paşê Şivan Perwer heye, ew jî sirgûn bû."
Muzîkar Kilavuz gotin anî ser salên 90'î got, "Van salan gelek komên bi keda kolektif hatin avakirin çêbûn. Lê muzîka kurdî van salan jî nekarî di nav saziyên dewletê de cih bibine, lê Med Müzik 95'an de hat avakirin û van koman ji xwe re têde cih dît."
QEDEXEYA KONSERÊN NMÇ'Ê
Nurhak Kilagoz li ser qedexeyên demên dawî jî got, "Ji bo 30 saliya NÇM'ê me yê li Bostanci konsera 30 salî li dar bixista. Em çûn serê sibê bi dehan toma, erebeyên ewlehiyê. Em hînbûyî ne, lê hunermendên ji derve hatibûn gelek şaş bûbûn. Konser qedexe kirin."
Dûre şanoger Omer Şahîn li ser rewşa şanoya kurdî axivî. Şahîn diyar kir ku salên 90'î hêzên ewlehiyê bi ser sehneyên wan de digirtin, ew digirtin bin çavan, salên 2000'an lîstikên me dihatin qedexekirin. Şahin wisa got, "Ez mînakek wisa bidim, me lîstika Muzaffer îzgu 'Dîwar' derxistiye ser dikê. Lîstik wisa ne zêde polîtîk e jî. Tabî ji ber lîstikên me têne qedexekirin em hîn bûne rewşa zagonî çi ye. Li Qoserê emê bilîzin. Hatin gotin polîsan qedexe kiriye. Ez çûm qereqolê, min pirsî, tu belge nedan. Ji ber ku sedema qedexeyê tene ye. Em çûn salonê, me got emê bilîzin. 250 kes hatine temaşekirinê. Me lîst. Hevalekî got ka were, min pereceyê de nêrî bi dehan erebeyên polîsan, bi sedan polis. Wê me bigirin bin çavan. Ciwanên wir em girtin nava xwe, wekî ku em jî temaşevan in. Bi vî awayî heta navendê, heta cihê erebeyên me, em birin, em siwarê erebeyê bûn û ji Qoserê derketin. Fikra me ev e; Ew qedexe dikin, lê dijî vê divê em rêyan bibinin."
Şanoger Şahîn got ji bo wan tu demê demeke aram tune bûye û qala lîstikên xwe yên qedexekirî wekî "Bêrî", "Tenê Ez" û lîstika li ser van qedexeya bi navê "Lîstik" çêkiriye, kir.
'DEWLETÊ WISA KIR KU OTO-SANSUR BIBE SERDEST'
Herî dawî Gerînendeyê Weşanê yê Ventusê Serkan Eker axivî û got ku dewletê bi zordariya daniye ser weşangeran û nivîskaran, êdî ji dêvla sansurê, oto-sansür bûye serdest. Eker wisa dom kir, "Dewletê bi cezayê hepsê, bi cezayê pereyan raste rast ev oto-sansür kiriye serdest. Dema berhem tê weşanger bi tirsa 'dibe ev pirsgirêk derxe' wê derê oto-sansur dike. Niha sansura herî giran li girtîgehan heye. Berhemên wan bêyî bigihînin derve tene tunekirin."
'ÇIMA LI PIRTÛKÊN KURDÎ LI PIRTÛKXANEYÊN GEL TUNE NE
Weşanger Eker diyar kir ku dema daya giştî li pişta nivîskar û weşangeran be ew hê zêdetir bi ewle kar dikin û gotin anî ser qedexeya li ser pirtûkên kurdî. Eker wisa got, "Mînak pirtûkên kurdî naxin pirtûkxaneyên gel. Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê vê yekê nake. Ev yek bi xwe sansura mezin e. Min ji pirtûkxaneyên şaredariyên di destê CHP'ê de ne jî pirsî. Ji Esenyurtê, ji Eyubê min pirsî, yek jî pirtûkek bi kurdî li wir nîn bû. Min pirsî çima, lê sedem nîn e. Gere em haya raya giştî bi vê bixin."
Li aliyê din Eker got ku dema nivîskar populer be û doz lê vebûbe saziyên weşangerî, nivîskarî hê zêdetir xwedî lê dertên, raya giştî hişyar dikin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Oz: 'Desthilatdarî ji bo Yilmaz Guneyên nû derneyê polîtîkayê dimeşîne'


