Diyarname
Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal 42'yemîn car li dar dikeve. Fûarê Mêvanê Rûmetê û Mijara Bingehîn diyar kirin.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal dê di navbera 13-21'yê berfanbarê de bê lidar xistin. Fûar her sal nivîskarekî/e wekî Mêvanê/a Rûmetê diyar dike, fûarê îsal nivîskar Murathan Mungan wekî Mêvarê Rûmetê diyar kiriye.
Fûarê wekî mijara bingehîn jî îsal "Hemû rewşa wêjeyê" diyar kiriye. Li ser vê mijarê nivîskar û weşanger dê gotûbêjan li dar bixin.
Murathan Mungan ji helbest heta şano, ji çîrok heta romanê gelek berhem li dû xwe hiştine. Fûarê navê wî eşkere kir. Di vê çarçoveyê de wê li ser Mungan gotûbêj, panel û çalakiyên taybet bêne li dar xistin. Her wiha dê pirtûkeke bîranînê jî li ser jiyan û berhemên wî bê amadekirin.
Murathan Mungan kî ye?
Murathan Mungan li Stenbolê hatiye dinê. Zarokatî û nûciwaniya wî li Mêrdînê derbas bûye. Li Enqereyê Beşa Şanoyê ya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgarî xwendiye. Di heman beşê de "master"a xwe temam kiriye. Di rojname û kovaran de helbest, çîrok, nivîs, ceribandin û lêkolînên wî derketine.
Li Şanogeha Dewletê ya Enqereyê û li Stenbolê di Şanoya Bajêr de wekî“Dramaturg” kar kiriye. Di sala 1987’an de di rojnameya "Soz"ê de edîtoriya rûpela çand û hunerê kriiye. Di sala 1991'ê oe ji bo Weşanên Remzî bi amblema "Çîlek"ê koleksiyoneke taybet bi rê ve bir.
Pirtûka wî ya yekem di sala 1980'ê de bi navê "Mahmud ile Yezîda" weşand.
Gelek lîstikên wî li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê hatin pêşkêşkirin. Ligel van wî ji bo fîlman jî senaryo niv^sianrine.
Derhêner Atif Yilmaz senaryoya wî "Daginik Yatak" (Nivîva belavbuyî) kir fîlm. Ji bilî vê senaryoyên wî yên bi navê "Dort Kişilik Bahçe" û "Başkasinin Hayati" jî hene.
Wî ji bo stranan jî helbest nivîsandine. Koma Yenî Turku gelek stranên wî stran.
Pirtûk û nivîsên wî heta niha ji bo zimanên wekî kurdî, farisî, îngilîzî, almanî, fransizî, îtalî, swîsreyî, norwecî, lehî, yewnanî, fînî, boşnakî, bulgarî, spanyolî, slovenî, çekî, danîmarkî, nedirlandî û ûkraynî hatine wergerandin û weşandin.
Mungan ji sala 1985'an ve li Stenbolê dijî û ji sala 1988'an de wekî nivîskarekî free dixebite.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


