Amed
Li Bismila Amedê gel ji bo biryara YSK'ê şermezar bike ket qadê. Polîsa êrîşê girseyê kir, xwendekarê lîseyê Îbrahîm Oruç di encama êrîşa polîsan de bi du guleyan birîndar bû. Oruç ku gul li singê wî ket ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, ji wir birin Nexweşxaneya Dîcle ya Amedê lê nekarîn wî rizgar bikin.
Hate gotin ku piştî gule li Oruç ketine jî polîsan li erdê ew dane ber pênan û her wiha li cihê bûyerê diranên Oruç û gelek gule hatin dîtin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku Oruç hedef girtin û wisa gule berdanê û piştî Oruç ket erdê polîsan bi pihînan diranên wî şikandin.
Li aliyê din cenazeyê Oruç li morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê sekinandin û dozger ji bo karên otopsiyê hate morgê. Dema ku bav û birayên Oruç jî xwestin bikevin morgê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbata bi êş bertek nîşanî polîsan da û camên morgê şikandin. Ji ber ku polîsan bombeya gazê avête kesên bi malbatê re li ber nexweşxaneyê gelek kes pê bandor bûn.
Hevserokên BDP'ê çûn Bismilê
Bi bihîstina bûyerê re Hevserokê BDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş digel ku Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ew vexwendibû jî neçû vexwendinê û çû Bismilê. Demirtaş digel Kişanak û mebûsên din ê BDP'ê çûn Bismilê.
Sibê (21.04.2011) saet 11'an de cenazeya Oruç ji Amedê dê bibin Bismilê.


