Diyarname
Di nav bernameyên sporê de bernameyeke devliken bû, şer nedikir, nîqaş dikir û niha dawî li bernameyê anîn.
Navê bernameyê "Futbol Ekstra" bû di CNNTurkê de her roja duşemê saet 20.30'yan de dest pê dikir.
Bername ji aliyê Alp Ozgen ve dihat bi rê ve birin û mêvanên bernameyê jî şirovekarên futbolê Bagiş Erten û Banu Yelkovan bûn. Bername bi diruşma "Rûyê devliken ê sporê" dihat weşandin, di bernameyê de her ken hebû, ne şer, pevçûn û heqaret.
Bernema ji ber vê qelîteya tekane bernameya sporê bû ku di serdemekê de di prime time weşana xwe berdewam kir. Bernameyê ku ev sê sal û nîv in dihat weşandin de kanalê bi sedema "Ji nû ve xwe sazkirinê" dawî li bernemayê anî.
Bi vê yekê li Tirkiyeyê bernameyeke bi qelîte, bê şer, pevçûn, bê nifir û heqaret, bernameyek hinek bi çavê demokratî, çepgîrî ji weşanê hat rakirin.


