Diyarname
Vê hefteyê 8 fîlm hene ku ketine vîzyonê. Didu fîlmên tirkî ne, yên din ji derveyî Tirkiyeyê hatine. "Boriyeke çawa tê teqandin" bi mijara xwe derdikeve pêş.
Kompaniyeke mezin a petrolê heye ku hawirê qirêj dike. Komek hawirparêz li hemberî vê kompaniya ku herêmê qirêj dike çalakiyeke zor, bi dilpolayî, çalakiya ku dê deng ve bide plan dikin, lê di heman demê de ev çalakî hema bêje di asta tişteke wisa nemimkûn e de ye. Armanca wan ew e ku endustriya petrolê ku dibe sedema têkçûna hawirê bixin rojeva raya giştî. Lê di plankirina çalakiyê de divê lezgîn bin ji ber ku astengiyên mezin li pêşiya wan hene.
Derhênerê fîlmî Daiel Goldhaber e. Wî fikra vî fîlmî ji pirtûka Andreas Malm girtiye.
Di fîlm de Ariela Barer, Kristine Froseth, Lukas Gage û Forrest Goodluck dilîzin.
Ji bilî vî fîlmî, ji bo yên jê hez dikin vê hefteyê rêza nû ya "Indiana Jones" heye. Ev rêzeya nû "Indiana Jones and the Dial of Destiny" wekî "Indiana Jones ve Kader Kadrani" wergerandiye tirkî.
Li aliyê din ji bo kesên bixxwazin di vê betlaneyê de zarokên xwe bibin sînemayê jî anîmasyonekî heye, "Ruby Gilman, Teenage Kraken"
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- Sisu / Derhêner Jalmari Helander
- Gyoseob / Derhêner Soon Rye Yim
- How to Blow Up a Pipeline / Derhêner Daniel Goldhaber
- Indiana Jones and the Dial of Destiny / Derhêner James Mangold
- Mete Miedo / Derhêner Nestor Sanchez
- Ruby Gilman, Teenage Kraken / Derhêner Kirk DeMicco / Anîmasyon
- Gizemli Mesaj / Derhêner Tayfur Can Demirtaş
- Geri Sayim / Derhêner Aykut Taşkin


