Diyarname
Li Amedê saziyên kurdan wê 4'ê vê mehê bi navê "Mîtînga Hêvî û Azadiyê" mîtîngek li dar bixista. Ji ber rewşa hewayê mîtîng hat betalkirin.
Armanca mîtîngê ew bû ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaz bikin. Ji bo vê yekê di serî de DEM Partî û DBP, saziyên kurdan organîzasyon dabû pêşîya xwe, lê ji ber berfê û rewşa hewayê ya li bajarên kurdan mîtîng hat betalkirin.
îro li avahiya DEM Partî ya Amedê daxuyaniya betalkirina mîtîngê hat dayîn. Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn got ji ber rewşa zivistanê mîtîng ji bo demek li pêş hatiye taloqkirin.


